Berpirsên Başûrê Kurdistanê li Tirkiyê ne

Şandeyek Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê gihişt Tirkiyê, tê payîn bi berpirsên dewleta Tirk re bicivin.

Berpirsên Başûrê Kurdistanê li Tirkiyê ne
17 hezîran, 2022   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ku ji serokê Dîwana Meclîsa Wezîran Umêd Sebah, Wezîrê Bazirganî Kemal Muslim, Wezîrê Veguhestinê Ano Cewher û serokê Desteya Weberhênan Mihemed Şukrî pêk tê, danê sibê çûn paytexta Tirkiye Enqereyê.

Tê gotin wê şande bi berpirsên dewleta Tirk a dagirker re bicivin. Li gorî agahiyan mijara sereke ya civînan wê, aborî û bazirganî be.