Li Kampa Holê li dijî karkerên şirketekê gefa DAIŞ`ê

Şaneyên DAIŞ`ê li beşa 5`an a Kampa Holê, gef li karkerên şirketeke xizmetguzariyê xwar, belge û telefonên wan dizîn.

Li Kampa Holê li dijî karkerên şirketekê gefa DAIŞ`ê
14 hezîran, 2022   21:02
 HESEKÊ

Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan kirin ku karkerên Şirketa Sara ku di bicihkirina stûnên ronîkirinê de kar dikin, rastî gefeke yekser a şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê hatine.

Her wiha heman çavkaniyan diyar kir ku karkeran, stûnên ronîkirinê li beşa 5`an a kampê bi cih dikirin, dema şaneyên DAIŞ`ê gef li wan xwarine, belge û telefonên wan jî dizîne.

Çavkaniyan teqez kir ku di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kampê û şaneyên DAIŞ`ê de, şer rû daye. Lê piştre hêzên ewlehiyê karker û wesayîtên wan ji wir bi dûrxistin.

Çavkaniyan daxuyand ku şaneyên DAIŞ`ê qebûl nakin kamp bê ronîkirin û tariya êvarê bi kar tînin da ku bi rihetî bilivin û xwe ji kamereyan veşêrin.

ANHA