'PDK'ê ji her dagirkeriyeke nû ya li ser Kurdistanê berpirsyar e'

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku PDK`ê ji her dagirkeriyeke nû ya li ser Kurdistanê berpirsyar e û wiha got: "Li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker em ê piştgiriya berxwedana gerîla bikin."

'PDK'ê ji her dagirkeriyeke nû ya li ser Kurdistanê berpirsyar e'
6 hezîran, 2022   06:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ruxmî bangên gel ku ji xeta xiyanetê vegere, lê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) hîn jî bi dewleta Tirk a dagirker re êrişî gelê Kurd, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rêveberiya Xweser a Şengal û projeya neteweya demokratîk a Rojava dike.

Têkildarî mijarê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrînên xwe bi ajansê re parve kirin û got, çi li Başûr û çi li her parçeyekî ji Kurdistanê be, PDK'ê ji her dagirkeriyeke nû ya li ser Kurdistanê berpirsyar e. Şêniyan piştgiriya xwe bi berxwedana gerîla re nîşan da.

Ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ciwanê bi navê Hesen Omer anî ziman ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêma Şengal û Rojava ji hev ne cûda ne û wiha dewam kir: "Tevde planek in  ku ji aliyê gelek hêzan ve , di serî de dewleta Tirk a dagirker amadekarî jê re hatine kirin. Armanca wan jî yek e ku ew jî dagirkirina Başûr, Rojava û Şengal e."

Omer têkildarî piştgiriya PDK`ê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî birayên xwe yên Kurd ên li çiyayên Kurdistanê got: "Ev şaştiyeke mezin û îxanet e."

Hesen Omer îşaret pê kir ku rêya yekane ya valaderxistina gefên dewleta Tirk a dagirker  şerê gel ê şoreşgerî ye û got: "Divê her ferdek ji xwe dest pê bike û her kes li cihê xwe ji bo şoreşê kar bike."

Ji heman navçeyê ciwanê bi navê Kadar Dawûd da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi şerê xwe yê li dijî PKK`ê dixwaze kurdan qir bike, her wiha bi rêya hin ajendeyên xwe yên li herêmê yên wekî PDK`ê û çeteyên li Sûriyê, împeratoriya Osmanî li Rojhilata Navîn zindî bike.

Kadar Dawûd der barê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev nirxandin kir: "Ev tê wateya çewisandina azadiya gelan, dixwazin gelan bi taybet gelên li herêma Rojhilata Navîn di bin desthilatdariya sîstema kapîtalîst de bimînin, her wiha da ku xêr û bêra welatan talan bikin."

Ciwanê bi navê Samir Hisên ê ji bajarê Hesekê da zanîn ku PDK`ê îxaneta xwe ya li gelê Kurd dubare dike, dijminatiya kurdan dike û li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dike. Samir Hisên komkujiya ku PDK'ê sala 1997'an de li Hewlêrê pêk anîbû bi bîr xist.

Hisên diyar kir ku gerîla li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hêzên PDK`ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke dîrokî nîşan dike û got, ji ber vê berxwedanê wê dewleta Tirk a dagirker nikaribe van herêman dagir bike.

Hisên destnîşan kir ku gelê herêmê berxwedana xwe ji fikrê rêber Abdullah Ocalan digire, lewre tu kes nikare têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a hêza xwe ji berxwedana girtîgeha Amedê werdigire, vemirîne.

Samir Hisên PDK`ê berpirsa xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bi nav kir û wiha dewam kir: "Dagirkirina Kurdistan îro bi desteka PDK`ê pêk tê."

'SERKEFTINA GERÎLA SERKEFTINA GELÊ ROJHILATA NAVÎN E'

Ji navçeya Tirbespiyê Munteha Ebdullah ku dayîka gerîlayeke HPG`ê ye bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de bi hemû cureyên çekan êrişî çiyayên Kurdistanê dike, dixwaze gerîlayan qir bike û şoreşê têk bibe.  Munteha Ebdullah got, gerîla rê nade dagirkeran  ku xewnên xwe bi cih bînin û derbeyên giran li wan didin.

Munteha Ebdullah diyar kir ku dayik û şêniyên navçeyê li dijî van êrişan piştgiriya hêzên xwe yên li çiyayên Kurdistanê dikin û serkeftina wan li van çiyayan, serkeftina gelê Rojhilata Navîn e.

'XEWNÊN DEWLETA TIRK DÊ BI BIN BIKEVIN'

Şêniyê bi navê Mizgîn Lezgîn destnîşan kir ku dîroka dewleta Tirk a dagirker ji serdema dewleta Osmanî ve ku rûbereke mezin ji Rojhilata Navîn dagir kiribû, tijî sûç, siyasetên mêtînger û qirkirina gelên herêmê û çanda wan e.

Lezgîn wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk hewl dide wan timayan û Mîsaqî Millî bi rêya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kudistanê û Rojhilata Navîn zindî bike. Lê hewldanên wê bi saya gerîlayên li çiyayên Kurdistanê wê têk biçin." 

Mizgîn Lezgîn bang li gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî kir ku zextê li ser PDK`ê bikin, da ku dev ji xiyaneta li dijî kurdan berde. Her wiha anî ziman ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rasterast êrişên li dijî Başûr û gelê Kurd e.

'GERÎLA ZAROKÊN ME NE'

Jina bi navê Şerîfe Xelef got gerîla ewladên wan in û wiha pê de çû: "Ewladên me dagirkirin red kir û li dijî siyasetên dagirkeriyê sekinîn, lewma ew ê bi ser bikevin ji ber ku vîna xwe ji vîna gelê piştgiriya wan dikin, werdigirin. Ji ber vê divê her kes destekê bide wan."

Welatiya bi navê Emîne Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dê li hemberî berxwedana lehengane ya gerîla bi bin bikeve û bang li gel kir kir ku xwedî li gerîla derkevin û piştgiriya wan bikin.

'LI DIJÎ SIYASETA DAGIRKER EM Ê MERTAL BIN'

Koçberê ji Efrînê Nezmî Hesen ku li kampa Berxwedan dimîne nerazîbûn nîşanî beşdarbûna PDK`ê di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de da û got: "Xiyaneta dîrokî ya mala Barzanî xizmeta planên dewleta Tirk ên mêtîngerî û qirkirina gelên herêmê dike. Lê zarokên gelê Kurdistanê wê di şerê hebûn û nebûnê de bi berdêlên giran destkeftiyên şehîdan biparêzin. Em jî ji aliyê xwe ve piştgiriya zarokên xwe dikin. Em ê li hemberî siyasetên dagirkeriya Tirk ên bi armanca qirkirin û asîmîlekirina pêkhateyan û guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî bibin mertal."

'VÎNA GEL WÊ BIMÎNE Û SERDEST WÊ TÊK BIÇE'

Omer Hemkawî îşaret bi hewldanên dagirkeran ên şikandina vîna azad a gel kir û diyar kir ku PDK`ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurdistanê ji berxwedana çiyayan qut bike, lewma êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Hemkawî xîtabî malbata Barzanî kir û got: "Em ji malbata Barzanî û partiya wê ya xayîn ku gel û xaka xwe firotin re dibêjin, hûn nûnertiya xwe tenê dikin. Ne ol, ne netewe, ne exlaq vê xiyanetê qebûl dike. Ew sûcdarê şer e, ji bo desthiltdariyê ku dê dawî lê were, xwe firot Tirkiyê. Bi ked û hêza gerîla wê îradeya gelan bimîne."

'HETA MÎSOGERIYA AZADIYÊ EM Ê LI DIJÎ DIJMIN BISEKININ'

Ji pêkhateya Ereb Sîham Ehmed bang li NY`yê kir ku li dijî siyaseta qirkirinê bê deng nemîne û got: "Em ê li gel Tevgera Rizgariya Kurdistanê têkoşînê bidomînin heta ku azadiyê misoger bikin. Piştî ku me fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nas kir û xwedî lê derketin, me dît ku erka me ye piştgiryia gerîlayên  li çiyayên Kurdistana pîroz bikin ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK 'ê li ber xwe didin."

(eh)

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/P6xxf5d5xZY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>