​​​​​​​Tedbîrên ji bo parastina mewsima çandiniyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel parastinên serkeftî a Hêzên Parastina Civakê zeviyan, ji bo hêsankirina xebatên wergirtina hilberînê û dayîn fatoreyan, navendên wergirtina berhemên genim û ceh vekirin.

​​​​​​​Tedbîrên ji bo parastina mewsima çandiniyê
​​​​​​​Tedbîrên ji bo parastina mewsima çandiniyê
​​​​​​​Tedbîrên ji bo parastina mewsima çandiniyê
​​​​​​​Tedbîrên ji bo parastina mewsima çandiniyê
​​​​​​​Tedbîrên ji bo parastina mewsima çandiniyê
4 hezîran, 2022   03:15
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Saziya Çandiniyê û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hêsankirina xebatên wergirtina hilberînên genim û ceh ji cotkaran û parastiya zeviyan ji şewatê, gelek civîn li bajar û navçeyan li dar xistin. Her wiha navendên wergirtina her du hilberînan vekirin, erebeyên agirkujiyê û komîteyên hevbeş bi Gerînendetiyên Çandiniyê, Şaredariyên Gel û Hêzên Parastina Civakê re amade kirin.  

Hevseroka Saziya Çandiniyê û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Saroxan di daxuyaniyeke xwe de ji ajansa me re diyar kiribû ku pêwîstiya genim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 700 hezar ton e û li gorî herêma ku hatiye çandin û Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê dê îsal ev miqdar bes be.

Gerînendeyê di 20`ê Gulanê de li Dêrazor, Reqa, Tebqa, Minbicê û Kobanê û di 28`ê Gulanê jî li Herêma Cizîrê gelek navendên wergirtina berheman vekirin.

Li gorî hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhem bi rêbaza dokme û çiwal  tê wergirtin û bi siraya berê hatiye qeydkirin, navenda hilberînan werdigirin. Bar di hema roja wergirtina hilberînê de tê valakirin. Nabe tu wesayît bê belge ji navendê derkeve. Wê tu hilberîn neyê redkirin heta ku ne li gorî pîvanên kirînê be.

Navendên wergirtinê, ji saet 7:00`an sibê û heta 17:00`an hilberînan pêşwazî dikin, lê fatore piştî 20 rojan dê werin dayîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê kirîna kîloya genim bi 2 hezar û 200 lîreyên Sûriyê û ceh bi hezar û 600 lîreyên Sûriyê diyar kirin. Cotkar ji vê nirxê razî bûn.

`XEBATÊN WERGIRTIN BI AWAYEKÎ BAŞ DIMEŞIN`

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqa û navçeya Dêrikê ya herêma Cizîrê dest bi wergirtina hilberîna îsal kir. Raydarên navendên wergirtinê diyar kirin ku xebatên wergirtinê bi awayekî baş dimeşin.

/kr/uploads/files/2022/06/03/185232_-.webp

Endamê rêveber ê depoyên Elbû Asî Fîras El-Omer wiha got: "Depoyên Elbû Asî li herêmê duyemîn mezintirîn depoyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku kapasîteya wê ya depokirinê 100 hezar ton e.”

El-Omer behsa mekanîzmeya depokirin û wergirtinê kir û wiha axivî: "Destpê yekîneya rêberî belgeya cih qut dike û piştre ji depoyên Elbû Asî re şandin. Dûre sira tê orgenîzekirin. Piştî ku kamyon digihêjin depoyan nimûneyek tê girtin ku ev nimûne ji bo odeyeke veşartî tê şandin ji bo ku bê analîzkirin û kalîteya wê bê diyarkirin."

El-Omer ev tişt diyar kir: "Piştî wê xebatê, hilberîn li gorî cure û kalîteya wê tê di depoyên diyar de tên tijîkirin. Piştre careke din tê pîvan da ku pîvana wê ya net diyar bibe."

Her wiha El-Omer got: "Me rêjeya daxistinê ya îsal ji ber kevir û tozê di nav hilberînê de ji sedî 1,5 heta 1 û û tozê û nepakiyê jî ji sedî 1 heta nîv daxistiye.”

Li gorî kadroyên teknîkî û pispor ên depoyên Elbû Asî kalîteya berhema genim û ceh a îsal li gorî sala borî baş e

`TÎMÊN AGIRKUJIYÊ YÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JI BO PARASTINA ZEVIYAN TEDBÎRAN DIGIRIN`

/kr/uploads/files/2022/06/03/185030_-.webp

Tîmên agirkujiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên tgirtin û 24 saetan di seferberiyê de ne da ku di zûtirîn dem de heke şewatek rû bide destwerdanê bikin û wê kontrol bikin.  

Endamê rêveber ê tîma agirkujiyê ya Dêrazorê, Mehmûd El-Xelef got: "Em 24 saetan ji bo ku tu metirsiyek li ser berheman çênebin di seferberiyê de ne, me hejmarên telefonê ji bo rewşên awarte li hemû herêmên Dêrazorê belav kirin da ku welatî karibin agahiyê bidin me dema şewatek di nav zeviyan de pêk were."

Ji bo parastina berhemên çandiniyê yên mayî ji metirsiya şewatê, tîmên agirkujiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erebeyên agirkujiyê li ser gelek nuqteyan sabît û demkî belav kirin bi taybet li herêmên ku zevî bi rêya ava çemê Firatê yan jî bi rêya bîran tên avadan.

Her nuqteyek bi tîmekê, wesayît, amûrên agirkujiyê û telefonekê hatiye amadekirin.

Endamê rêveber ê tîma agirkujiyê ya Dêrazorê Mehmûd El-Xelef wiha got: "Li Dêrazorê 14 navendên agirkujiyê hene û di mewsima çinînê de me du navendên din vekirin.”

Berdevkê tîma agirkujiyê ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo Hisên El-Xelîf diyar kir ku wan ku li herêmên Til Hemîs, Ceza, Til Ehmed, Ukaz û Ebû Cirn sahrîcên avê belavkirine da ku di rewşên awarte de amade bin.  

`HÊZÊN PARASTINA CIVAKÊ (HPC) JI BO PARASTINA ZEVIYAN XEBATÊN XWE ZÊDE KIRIN`

Ji bo rê li pêşiya şewatan bê girtin, Hêzên Parastina Civakê (HPC) li hemû kanton, navçe û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav seferberiyê de ne û li rex komîteyên rewşên awarte bi şev û roj dewriyeyan li dar dixin.

/kr/uploads/files/2022/06/03/185257_-.webp

Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo, endamê HPC`ê Bengîn Adem wiha axivî: Em zeviyan ji şewatan û hemû xeteriyan diparêzin. Em dewriyeyan bi şev û roj li dar dixin da ku mewsima çandiniyê biparêzin.

Adem bang li şêniyan kir ku bi HPC`ê hevgirtin bin da ku herêmê û zeviyan ji şewatê biparêzin û heke tiştek bi guman dîtin agahî bidin wan.

/kr/uploads/files/2022/06/03/185120_-.webp

Endamê HPC`ê yê Girkê Legê Mihemed Tahir got: “Di salên dawîn de aliyên terorîst agir berda zeviyan, îro ji bo ku ev yek careke din dubare nebe em îro erkên xwe tînin cih, şêniyan û milkên wan diparêzin.”

`JIN LI REX MER PARASTINA MEWSIMA ÇANDINIYE DIKE`

/kr/uploads/files/2022/06/03/184957_-_1.webp

Endama HPC`ê ya bajarokê Sîkr ê navçeya Dirbêsiyê Meryem Qasim got: “Ji bo ku bûyerên sala borî rû dane dubare nebin, em bi şev û roj nobetê dikirin û zeviyan ji şewatê diparêzin.”

Meryem wiha pê de çû: “Mewsima çandiniyê îsal ji par kêmtir e, ji ber ku baran kêm bariye. Ji bo ku herêm ji kerasteke xwarinê bê parastin, divê em zeviyan biparêzin. Da ku cotkar hilberînin xwe bê qeza biçinin.”

/kr/uploads/files/2022/06/03/185325_-.webp

Endamê HPC`ê Beşar Elî jî got: “Parastina zeviya, erka hemûyan e. Me dît çi bi serê hilberîna par hat. Cotkar li benda mewsimê dimîne. Ji erka me ye ku em wan zeviyan biparêzin.”

Elî bang li şêniyan kir ku bi komîteyan HPC`ê û tîmên rewşên awarte re hevkar bin.

(şx)

ANHA