Dagirkerî bi DYA-Rûsyayê na, bi hêza xwe tê sekinandin - AHMET BÎRSÎN

Dagirkerî bi DYA-Rûsyayê na, bi hêza xwe tê sekinandin - AHMET BÎRSÎN
4 hezîran, 2022   00:30

Erdogan û hevkarê wî Bahçelî piştî ku ji êrişa dagirkeriyê ya li ser Zap, Metîna û Avaşînê encama xwestî bi dest nexist, bi şikestineke giran re rû bi rû ne. Bi ser de vê jî têrê nekir, biryar dan ku li dijî Rojava şerekî nû bidin destpêkirin.

Biryara destpêkirina şerekî nû li dijî Rojava, ne tenê di rojeva Tirkiyê de, di heman demê de li herêmê û navneteweyî bûye yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin. Ji bilî DYA, Rûsya, NATO, YE, dewletên Ereban ên li herêmê, Sûriye û Îranê, mijareke rojeva gelên Tirkiyê û muxalefeta wê ye. Bê guman herî zêde di rojeva gelê Kurd û dostên wan de ye. Berdevk Îbrahîm Kalin her çend got "Dema mijar dibe ewlekariya me, em destûrê ji kesî nagirin" jî, divê were dîtin ku hemû dan û standin, ne tenê ji bo wergirtina destûrê ji DYA û Rûsyayê, di heman demê de ji bo wergirtina piştevaniyê ne. Gelo ev hêz dê ronahiya kesk bidin, yan jî eger bikin, gelo dikarin "serkeftineke" ku desthilata Erdogan rizgar bike, bi dest bixin?

DYA'YÊ HÎNA HELWESTEKE ZELAL NÎŞAN NEDAYE

Her kes dizane ku êrişa dagirkerî û qirkirinê ya li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin bi erêkirin û desteka NATO'yê, bi taybet DYA’yê, tê kirin. Her çi qas êrişa hikumeta Kazimî ya li ser Şengalê bi ferzkirina Tirkiyê be jî, her kes dizane ku yê hikumeta Kazimî bi dest bixe DYA ye. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price di daxuyaniya  xwe de banga parastina agirbestê kir ku ev yek dê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û xebatên koalîsyonê, bi taybetî ewlekariya leşkerên xwe ku gelek caran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye binpêkirin, bixe xetereyê. Piştre daxuyaniya wezîrê karên derve Antony Blinken a ji bo Rojava hat ku operasyon dê aramiya herêmê xirab bike. Tevî ku ev hemû hişyarî, hewl didin têgihiştina ku DYA li dijî mêtingeriyê ye diafirîne jî, divê were zanîn ku helwesteke zelal a li hemberî Tirkiyê hê derneketiye holê. Ev yek nîşan dide ku dan û standinên di navbera DYA û Tirkiyê de dê dewam bikin.

Operasyonek ku Erdogan bêyî destûra DYA'yê bide destpêkirin, tenê bi peymana ku bi Rûsyayê re, dikare pêk were. Ev tê wê wateyê ku polîtîkaya Rûsyayê ya bikaranîna Erdogan wek hespê Troyê li dijî NATO’yê, bi ser ketiye. Dema ku Erdogan li hember serlêdana Fînlandiya û Swêdê ya li NATO'yê îtîraz dike, bi taybet li hemberî siyaseta Deriyê Vekirî ya NATO'yê ku di esasê xwe de ya DYA'yê ye, ev yek dê ji bo Amerîka û NATO'yê jî bibe windahiyeke girîng û her wiha ji bo Rûsyayê serkeftineke din be. Erdogan bi vê dizane û da ku berê xwe bide Rûsyayê, di heman demê de hevkarê wî Bahçelî gefa "eger pêwîst bike em ê ji NATO'yê derkevin" derdixe pêş. Bi vî rengî dixwaze rewşa nû ya bi şerê Ukrayna-Rûsyayê re derket holê veguherîne firsendekê ku dewletên NATO'yê ji bo berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bike.

DAXWAZÊN AKP/MHP'Ê YÊN BERIYA CIVÎNA NATO'YÊ

Faşîzma Erdogan-Bahçelî ku dê di 8’ê Hezîranê de bi Lavrov re hevdîtinê bike, beriya ku di 29-30'ê Hezîranê de biçe civîna NATO'yê ya li Madrîdê dixwaze bi muzakereyan destê xwe xurt bike. Faşîzma Erdogan-Bahçelî bi destekkirina polîtîkaya xwe ya dagirkerî, qirker  û înkarker a li dijî Kurdan re dixwaze ji aliyê hemû dewlet û hêzên NATO'yê ve erêkirina xwe ya dawîn wergire. Bê guman dixwazin desthilata wan careke din bê destekkirin. Daxwaza duyemîn jî rakirina ambargoyên li dijî pîşesaziya parastinê li welatên YE'yê û bi taybet DYA'yê erêkirina kirîna balafirên nû yên F16 û nûjenkirina yên kevn, rakirina cezayên CATSAA’yê û di demeke kurt de erêkirina dagirkerî û qirkirina herêmên wekî Kobanê, Minbic, Til Rifet û Şehbayê û kontrolkirina van herêman jê re bê hiştin. 

CIH Û DEVERÊN DIXWAZIN DAGIR BIKIN Û BERTEK

Ji alîyekî din ve Rûsya gelekî dilgiran e ku ev şerê han demeke dirêj berdewam be û şerê Ukraynayê ku ji niha ve veguheriye çiravekê, dibe ku wê biwestîne, heke di maweyeke kurt de hinek pêşketin li Ukraynayê çênebin. Îcar gelo dê hikumeta Sûriyê razî be ku ji Til Rifet, Şehba, Minbic, Kobanê û ya herî girîng jî rêya M4 di bin kontrola Tirkiyê de be ji bo dûrkirina Tirkiyê ji NATO'yê? Îran dê ji vê yekê re bibêje erê? Dîsa berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê eşkere kir ku li dijî dagirkeriyê ye. Rûsya dê çawa xwe bispêre Sûriye û Îranê, tevî ku tê zanîn Tirkiye ji cihê ku dagir kiriye derneketiye û çawa ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne?

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ya di hevpeyvîna xwe ya li gel malpera erebî ya Russia Today de ku gotibû “Tirkiye nikare li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin, bê xem bimîne” wek ji bo operasyonê “ronahiya kesk daye Tirkiyê" hate şîrovekirin jî û her çend Rojava di hevdîtina Erdogan û Pûtîn de xaleke girîng a rojevê bû jî, hîna biryareke zelal derneketiye holê. Divê were dîtin ku ev biryar tevî Sûriye û Îranê dê ji bo Rûsyayê biryareke gelekî zehmet be. Li aliyê din, li gorî peymana ku piştî şerê Serêkaniyê û Girê Spî hat çêkirin, Rûsya tevî DYA'yê welatekî garantor e. Heke Rûsya destûrê bide ku Tirkiye êriş bike, li cem gelê Kurd û di qada navneteweyî de tu pêbawerî ji Rûsyayê re namîne.

PLAN TENÊ BI 30 KM'YÎ SÎNORDAR NÎN E

Kurd di pêvajoyeke gelekî krîtîk û dîrokî re derbas dibin. Ji ber ku cîhan ji nû ve şekil digire, faşîzma Erdogan-Bahçelî dixwaze desteka herî biçûk a Kurdan a li qada navneteweyî tune bike. Bi Osmaniya Nû hewl dide Mîsaqî Mîllî vejîne. Ji bo vê jî her çendî Erdogan behsa kûrahiya 30 km bike jî endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan got ev xeteke ku ji Efrinê dest pê dike û heta Heleb, Başûrê Kurdistanê, Sîdekan û Diyanayê diçe. A rast, amadekariyên milyonek welatiyên Sûriyê ji bo ku derbasî van herêman bibin, lingekî din ê plana berfireh a êriş û qirkirinê ye da ku di qada navneteweyî de rewabûnê bi dest bixe û muxalefetê bê deng bike.

Eger di serî de DYA, Rûsya û raya giştî ya navneteweyî li hemberî vê dagirkeriyê bê deng û bê xem bimînin, piştî ku Erdogan bi hilbijartinên sala 2023'yan re desthilatdariyê bidomîne, vê carê dê berê xwe bide cih û warên li Rojava ku Qamişlo û qadên petrolê lê ne. Li  Başûr jî êdî ne veşartî ye ku tevî xiyanet û hevkariya PDK’ê dest deyne ser zeviyên petrolê yên wekî Kerkûk û Mûsilê.

RÎSKÊN JI BO ERDOGAN/BAHÇELÎ GELEKÎ ZÊDE NE

Gelo hêzên Amerîka û YE’yê dê ji zayîna Hîtlerekî nû re bibin destek an dê rawestînin? Lê belê rastiyek e ku bi taybetî helwesta li hember endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya li NATO'yê, krîza dawî ya bi Yewnanistanê re, li YE û qada navneteweyî reaksiyonên mezin çêkirin. Dîsa dê ne hêsan be ku her kes, dewletên Ereban jî di nav de, li herêmê li hemberî vê dagirkeriyê bê deng bimînin. Tê zanîn ku Erdogan rûyê xwe li Rûsyayê girtiye, di warê parastina berjewendiyên NATO û DYA'yê yên li herêmê de bi desthilata Erdogan-Bahçelî re xwedî nakokiyên girîng e. Di hilbijartinên pêş de, sedemên ku DYA ji bilî Erdogan hikumetekê hilbijêre, pir zêde ne. Ji bo Rûsyayê gelekî girîng e ku Erdogan ji berjewendiyên DYA û NATO'yê bêhtir bi berjewendiyên xwe re eleqedar dibe û wek amûreke gelekî kêrhatî ye, di nava NATO'yê de wek hespê Troyê bimîne. Lê belê tevî van hemûyan, rîskên tevgera êriş û qirkirinê ku Erdogan bêyî erêkirina hevpar a van her du hêzan pêk bîne, gelekî zêde ne.

Desthilata Erdogan-Bahçelî xwedî wê hêzê ye ku van hemûyan bi tena serê xwe bi ser bixe? Her kes bi rengekî vekirî dikare bibîne ku ji êrişa xwe ya li hemberî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi pêşengiya DYA û NATO'yê tên destekkirin, nekarî encamê bi dest bixe û bi saya berxwedana gerîla windahiyên mezin dane. Vê yekê jî bi dehan caran îspat kir ku gerîla ne bi Amerîka û Rûsyayê, bi hêza xwe dagirkerî sekinandiye. Tê zanîn bê ka faşîzma Erdogan desteka ku dixwaze ji DYA û Rûsyayê bistîne yan na, QSD, YPG û YPJ ku ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tecrubeyeke girîng bi dest xistine, bi hêzên xwe yên taybet li dijî êrişê haziriyeke pir xurt dikin. Wan bi xwe ew rave kirin. Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, Ermen, Asûrî, Keldanî û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar daye ku li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin. Divê were zanîn ku çawa ku hemû Kurd li cem gerîla disekinin, di şerekî wiha de ku dê li ber dagirkerî û qirkirinê geş bibe, gelê Kurd dê li cem gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

DIBE KU XWÎNA XWE JÎ BI SER DE BIDE

Êrîşeke bi vî rengî dê li tevahiya cîhanê reaksiyonan çêke û dê gelekî zehmet be ku hikumeta DYA’yê çawa ku di serdema Trump de bû, ji raya giştî ya xwe re vebêje. Nexasim di nava Tirkiyê de divê mirov bibîne ku tifaqa ‘Millet’ heke bikeve pey Erdogan û gotinên bêwate yên wekî “berjewendiyên neteweyî”, “di  siyaseta navxweyî de bi kar neynin” û “bi operasyoneke li ser sînor pirsgirêkên li welêt veneşêrin” bibêjin, dê di hilbijartinan de bi ser nekevin. Bê guman eşkere ye ku hemû kesên li çepgir, sosyalîst, alîgirên demokrasî û azadiyê, mîna HDP'ê ji bo bi xurtî li dijî vê derkevin, tê hesabkirin û faşîzma Erdogan-Bahçelî bi qasî tê gotin, xurt nîn e. Di vê qumara birîsk de, dibe ku “heta li heyfa bavê xwe bigere xwîna xwe jî bi ser de bide”.

ANHA