​​​​​​​Armanca kiryarên PDK û ENKS`ê tunekirina gelê Kurd e

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku ENKS`ê li ser hesabê Kurdan, propagandaya dagirkeriya Tirk dike, di heman demê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd teqez kir ku armanca beşdarbûna PDK`ê bi dagirkeriya Tirk di êrişên xwe yên li ser gerîla de kuştin û tunekirina gelê Kurd e.

​​​​​​​Armanca kiryarên PDK û ENKS`ê tunekirina gelê Kurd e
3 hezîran, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku xwe kir çeteyê dewleta dagirker a Tirk, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) desteka xwe ya ji sûcên dewleta Tirk li dijî kurdan li herêmên dagirkirî yên li ser sînor, didomîne. Gelê kurd nerazîbûnên xwe li hember vê destekê nîşan dan.

Şêniyên bajarê Kobanê teqez kirin ku ENKS`ê ji destpêka aloziya Sûriyê ve piştgiriya dagirkirina dewleta Tirk a li ser herêmên kurdî kirin.  ji bo herêmên Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

/kr/uploads/files/2022/06/03/190159__1.webp

Welatiyê bi navê Weyso Bozan destnîşan kir ku armancên dewleta dagirker a Tirk ji dagirkirina herêmên Kurdî ew e ku tevna pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev bixe, ji ber vê yekê kevir beriya mirovan kir hedef û ji bo berjewendiyên xwe her tişt wêran kir.

Bozan wiha got: "Zêdetirî 300 hezar welatî tenê ji Efrînê hatin koçberkirin û dewleta Tirk a dagirker malbatên çeteyan û koçberên ji Xutaya Şamê di malên xwe de bi cih kirin. Îro ENKS`ê ku ji dewleta dagirker a Tirk re bûye devok ji me re dibêje ku Efrîn bi ewle ye, guhertina demografîk ku li wir pêk tê ji bîr kir. Lê madem çete li wir tu ewlehî tune ye."

/kr/uploads/files/2022/06/03/190059_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Şiblî jî got: “Aştiya ku behsê dikin li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî heye, komkujî ne û li dijî xelkê me yê li wir pêk tên. Ew dixwazin me qir bikin, ENKS`ê jî alîkariya wan dikin.”

Şiblî wiha domand: “Lê yê li ser felsefeya rêber Ocalan ava bûye, qir nabe. Berxwedana kurdan li çiyayên Kurdistanê mînaka wê ye. Xiyanet bandor li kurdan nake. Yên ku xwe di destê dijminan de kirine xencer û pê li kurdan dixin, wê Kurd rojekê hesab jê bixwazin.”

/kr/uploads/files/2022/06/03/190023_.webp

Xanim Hesen jî teqez kir ku ENKS`ê reklama dewleta Tirk dike û bang li xelkê Efrînê yê koçber dike ku vegerin Efrînê lê ew dixwazin bi vê yekê yên mane jî tune bikin û wiha domand: "Yên ku derbasî vî bajarî dibin venagerin û tu şûn li wan namîna. Ji ber ku çete wan direvînin, çarenûsa wan yan kuştin yan jî fîdyayan didin da ku serbest bê berdan. Ev ewlehiya ku ENKS`ê behsa wê dike."

Di dawiyê de Xanim got: "Dar tên birîn, mêr tên kuştin, jin li ber çavan rastî tecawizê tên, ev hemû û wijdana ENKS`ê hê jî di xew de ye. Ev der xaka me ye, lê belê bi çeteyên qirêj re hewl dide axa xwe ya paqij biherimîne, dixwaze xwediyên erdê yên mayî ji holê rake."

Tê bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker hemû cureyên şer li dijî şêniyên herêmê dagirkirî pêk tîne û li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê li Efrîna dagirkirî zêdetirî 500 hezar kesên biyanî hatine bicihkirin.

`EM ZANIN ÊN XAYÎN KÎ NE Û YÊN PARASTINA DOZÊ DIKIN KÎ NE`

Endamên Meclîsa Navçeya Taxa Şehîd Rûbar Qamşlo ya taxa Şêx Meqsûd a Helebê diyar kirin ku armanca PDK'ê tasfiyekirina gerîla û qirkirina gelê Kurd e û destnîşan kirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yekane partî ye ku doza gelê xwe diparêze.

`XIYANETÊN PDK`Ê LI DIJÎ KURDAN BERDEWAM IN`

/kr/uploads/files/2022/06/03/185951_-.webp

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Taxa Şehîd Rûber Qamişlo Ehmed Cafer wiha got: "Xiyaneta malbata Barzanî di salên 80'î de bi hevkariya dijminan ji bo parastina berjewendiyên xwe yên kesayetî û malbatî dest pê kir û rê li ber dijmin vekir ku Kurdan bike hedef û komkujiyan li dijî wan pêk bîne. Dewleta Tirk di salên 1980 û 1990 'î de bi hezaran Kurd bi destê PDK'ê qetil kir."

Cafer teqez kir ku armanca PDK`ê bi serokatiya Mesûd Barzanî tunekirina hemû tevger û partiyên Kurdistanî ye û bi tenê bimîne li herêmê û ev yek jî yek ji siyaseta dijmin e ku dewleta Tirk nûneratiya wê dike.

`PDK`Ê XAYÎN E`

Cafer kuştin û komkujiyên li ser gelê Kurd ji aliyê PDK'ê ve hatine kirin weke kiryarekî sûcdar bi nav kir û got: "PDK ji ber ku ev 50 sal in, partiya ku ji bo doza gelê Kurd tê dikoşe û gelê xwe ji tinekirin û neheqiyê diparêze, PKK'ê weke terorîst pênase dike."

Ehmed Cafer got hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ji bo destpêkirina êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastina yên Medyayê bi armanca dagirkirin û tasfiyekirina gerîla ye lê ev êriş wê li hember berxwedana gerîla têk biçin.

/kr/uploads/files/2022/06/03/190122_-.webp

Endamê Meclîsa Taxa Şehîd Rûbar Qamşlû Mihemed Elî got: "Em di wê baweriyê de ne ku li Kurdistanê 28 serhildan qewimîn, ev hemû ji ber xiyanet û siyaseta şaş têk çûn. Lê piştre rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina Kurdistanê, parastina nasname û çandê û parastina gel ji qirkirin û neheqiyê PKK`ê ava kir.".

Elî wiha domand: "PKK tekane partiya Kurdistanê ye ku gelê xwe parastiye û fedekarî kiriye û li dijî dagirkeriya Tirk fedekarî û berxwedanê didomîne. Lê PDK'ê wekî terorê bi nav dike. PDK terorîst e, ji ber ku gelê xwe dikuje û li cem dijminê ku gelê wê qetil dike, disekine."

`EM Ê PIŞÛTGIRIYA GERÎLA BERDEWAM BIKIN`

Endamê Meclîsa Taxa Şehîd Rûbar Qamşlo Mihemed Elî di dawiyê de got: "Em ê piştgirî û piştevaniya PKK'ê ya ku rûmeta me diparêze, bidomînin û em ê li rex wê bin da ku li hember dagirkerî û xayînan bisekine."

(şx)

ANHA