Li parêzgeha Diyale ya Iraqê 3 DAŞ`î hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku îro di êrişa balafirên Iraqî de li çiyayê Hemrîn 3 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û çeteyek birînda bûye.

Li parêzgeha Diyale ya Iraqê 3 DAŞ`î hatin kuştin
29 gulan, 2022   08:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê got, “BI şopandin û çavdêriya Fermandariya Operasyonên Hevbeş, li gorî agahiyên îstixbarata Iraqê û bi hevkariya şaneya hedefgirtinê, hêzên hewayî bi balafirên F-16 du êrişên hewayî pêk anîn.”

Li gorî daxuyaniyê, êriş di çarçoveya operasyonên Diyale de li dijî şikefteke li herêma Zerlûk ê çiyayê Hemrîn pêk hatiye û di encamê de 3 terorîst hatine kuştin û terorîstek birîndar bûye.

(cx)