Bi hatina havînê re bangên ji bo parastina xweza û paqijiya bajaran

Bandora qirêjiyê bi zêdebûna germahiyê re girantir dibe. Herî dawî gelek hemleyên paqijî û parastina jîngehê hatin lidarxistin. Aliyên peywendîdar bang li welatiyan kir ku ji bo jîngeheke tendurist bêhtir li gorî bernameya dema avêtina çopê ya Şaredariya Gel tev bigerin.

Bi hatina havînê re bangên ji bo parastina xweza û paqijiya bajaran
27 gulan, 2022   10:15
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Sal derbasî werzê havînê dibe û ji hemû werzên din bêhtir di havînê de pêwîstî bi geşkirina sîstema paqijiyê heye, ji ber ku rêjeya germahiyê li herêmê digihêje zêdetirî 40 dereceyan. Ev yek jî dibe sedem ku qirêjî û çopa li kolanan nexweşî û pêşiyan çêkin.

Têkildarî bandora qirêjiyê û li hemberî wê xurtkirina çanda paqijiyê, kar û xebatên şaredarî û Gerînendetiya Jîngehê û hemleyên bihêzkirina çanda paqijiyê aliyên peywendîdar ji ajansa me re axivîn.

Yek ji hemleyên paqijiyê ku herî dawî hatiye lidarxistin, hemleya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bû. Endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm girêdayî hemleyê got: “Armanc nûjenkirina çanda paqijiyê bû da ku pê re xwezaya me jî di nava paqijiyekê de bimîne.”

Îbrahîm têkildarî encamên hemleyê jî got: “Heta astekê serkeftî bû, beşa herî girîng ji gel tev li hemleyê bû; endamên Şaredariya Gel, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û yekitiyên li herêmê.”

Li ser asta tevlêbûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser bi giştî jî Îbrahîm diyar kir ku tevlêbûn lawaz bû û wiha axivî: “Dibe ku ji hêla me ve amadekariyên zêde nehatibin kirin, ji ber ku ev qonaxa yekemîn bû. Li gorî derfetan dibe ku em hemleyên bi rêxistin bikin. Em hêvî dikin di qonaxên pêş me de hemû saziyên Rêveberiya Xweser û welatî bi me re bêhtir alîkar bin.”

‘DIVÊ WELATÎ BI BERPIRSYARIYA XWE RABIN’

Karmendên Şaredariya Gel rojane kolanên bajêr di saetên cuda de paqij dikin. Endamê Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Gel a Qamişloyê Emîn Cedûî got: “Li Qamişloyê 600 karmend û 40 erebeyên paqijiyê kar dikin.”

Têkildarî bernameya rakirina çopê û saetên kar ên karmendên paqijiyê, Emîn Cedûî got: “Erebeyên paqijiyê ji saetên sibehê, piştî nîvro û herî dawî di saetên şevê de jî derdikevin.”

Emîn Cedûî ev bang li welatiyan kir: “Hin şênî hene di dema avakirina avahiyan de bermahiyên avakirinê li şûna xwe dihêlin. Ev dihêle ew bermahî li taxên din jî belav bibin.”

‘JI BO JÎNGEHEKE TENDURIST PÊWÎSTÎ BI PAQIJIYÊ HEYE’

Ji bo parastina jîngehê Gerînendetiya Jîngehê, Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê di salên borî de gelek proje çêkirin ku ji wan yek jî avakirina stasyona veguhestina çopê bû. Niha jî dest bi avakirina daristanekê kirine.

Ji bilî projeyan herî dawî pêngava bi navê ‘Dostên Jîngehê’ ji bo xwendekarên di dibistanan de dabûn destpêkirin.

Li ser pêwîstiya parastina jîngehê endamê Rêveberiya Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê Mûnzûr Silêman da zanîn ku ji bo temamkirin û xweşikkirina dîmenê bajaran pêwîstî bi jîngeheke tendurist heye.

Silêman da xuyakirin ku ew jî bi armanca zêdekirina hişmendiya parastina jîngehê li cem welatiyan li ser bernameyên cuda dixebitin û ew di hemleyên xwe de daran jî diçînin û got: “Em encamên baş digirin heta niha, em ê hemleyên xwe jî dewam bikin.”

HEMLEYÊN NÛ YÊN PAQIJIYÊ

Mûnzûr Silêman wiha pê de çû: “Hişkesalî û derketina bêhna çopê li kolanan; ji ber van bernamyeke me ji bo şîretkirina gel û naskirina wan ji xetereya bandora qirêjiyê li ser mirovan heye, em ê ji komînan dest bi hemleyên xwe bikin.”

Silêman da zanîn ku dê bernameyên wan li ser bingeha girîngiya paqijiyê bin û da ku welatî bêhtir li gorî saetên ku Şaredariya Gel diyar kirine, tev bigerin.

Silêman bal kişand ser xurtkirina çand paqijiyê jî û got: “Divê ji şagirtan dest pê bike, lewra bernameya me bi navbeynkariya Desteya Perwerdeyê heye da ku bêhtir em waneyên girêdayî parastina jîngehê bidin.”

ANHA