Li gundekî Girkê Legê zêdetirî 250 dar tên çandin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker qira wan anîbû, Şaredariya Gel li gundê Hilêq ê Girkê Legê zêdetirî 250 dar diçîne.

Li gundekî Girkê Legê zêdetirî 250 dar tên çandin
21 gulan, 2022   05:49
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Gundê Hilêq ê girêdayî herêma Aliya yê 9 km dikeve bakurê navçeya Girkê Legê bi bedewabûna xwe ya xwezayî tê naskirin. Gund li cihekî nizim di navbera giran de ye û li derdora wê çemek derbas dibe, ji ber vê yekê bûye cihê seyranê . Her wiha her sal şahiyên Cejna Newrozê lê tên lidarxistin.

Şaredariya Gel a Girkê Legê, demek berê rêya axî ya ku dighêje seyrangeha gund sererast kir û pirek ava kir.

ZÊDETIRÎ 250 DAR HATIN ÇANDIN

Salên borî, gundê Hilêq û gelemperiya herêmî bi darên xwe dewlemend bû. Lê dewleta Tirk a dagirker bi kêmkirina rêjeya avê li ser Rojava û veguhestina berê herkîna çeman ji bo bendavên ku li Bakurê Kurdistanê ava kirine, ziyan gihandin daran û hişk kirin.

Bi armanca zêdekirina qada keskahiyê, şêniyên gund bi hevkariya şaredariyê zêdetir 250 dar li seyrangeha li aliyê başûrê gund diçînin. Dar ên tû, merx û sefsaf û cûreyên din in.

Ji rêveberên Komîteya Park û Çandina Daran a Şaredariya Gel a Girkê Legê Maşalla Miho diyar kir ku çandina daran li gundê Hilêq dewam dike ku ji bo seyranê bûye meqseda şêniyan.

Maşlla Miho banga paqijiya cih û parastina daran kir.

Hêjaye bi bêrxistinê ye,  di navîna Nîsana borî de, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê bi hevkariya Desteya Çandinî ya Herêma Cizîrê avakirina daristaneke çêkerî (sînaî) li jîngehparêza Mizgeftê ya li Tirbespiyê bi dawî kir. Firehiya Mizgeftê  4 hektar e û tê de 3 hezar 430 dar hene.

ANHA