​​​​​​​Girtiyê nexweş Abdullah Ece hate qetilkirin

Li girtîgeha Buca Kiriklar a dewleta Tirk a li bajarê Îzmîrê girtiyê nexweş Abdullah Ece hate qetilkirin.

​​​​​​​Girtiyê nexweş Abdullah Ece hate qetilkirin
14 gulan, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Girtîgeha Buca Kiriklar a li Îzmîrê girtiyê nexweş Abdullah Ece ê 73 salî hate qetilkirin. Ece di 5’ê Nîsana derbasbûyî de bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketibû. Hat zanîn ku piştî nexweşiya Abdullah Ece giran bû, rakirin nexweşxaneyê û îro danê sibê jiyana xwe ji dest da.

Malbata wî da zanîn ku Ece ji 18’ê Nîsanê û vir ve li beşa lezgîn a nexweşxaneya Çigli tedawî dibû.

Ji ber ku cezayê Ece kemî salekê bû, diviyabû ku di Hezîrana 2021’an de bihata berdan lê li gel rapora rewşa baş a girtîgehê jî ji aliyê Desteya Îdarî û Çavdêriyê ve nehat berdan.

Cenazeyê Ece dê li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê bê veşartin.