Parêzeran xwest hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re pêk were

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

 Parêzeran xwest hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re pêk were
5 gulan, 2022   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Emran Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji ber vê yekê, di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’ê cotmeha 2021’an de li Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir. Lê derheqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.

Ji parêzerên rêber Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ocalan, yekemîn car karîbû di 27’ê Nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû zanîn ku axaftina wan di nivî de hatiye qutkirin.