ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-05-2022
1 gulan, 2022   23:00

-Bi boneya Cejna Remezanê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di saetên sibehê de serdanên goristanên şehîdan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hin aliyên kurdî û hikumetên Iraq û Şamê dewam dikin. Îbrahîm El-Qeftan û Telal Mihemed ji ber xeteriya van êrişan hişyarî da û bang li hikumetên navborî kirin ku ji bo têkbirina dagirkeriyê stratejiyeke hevbeş pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cejna Remezanê bi kêfxweşiyeke kêm bi ser koçberên kampên Şehba û Serêkaniyê de tê. Kêfxweşiya koçberan bi vegera bi rûmet li warê xwe temam dibe. Koçberan got, "Heta em dûrî xaka xwe ne cejna me tune ye, cejna me roja vegera me ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên gundewarê rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku şêniyên herêmê dê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker destekê bidin QSD`ê û got: "Yekane rêbazê têkbirina van êrişan hevgirtina pêkhateyan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Minbicê yên ku gundên wan li beramberî herêmên dagirkirî ne, diyar kirin ku her çiqas êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde bibin, ew dev ji xaka xwe berandin û dê li hemberî kesên ku çavê xwe berdane xaka wan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Çîçek Zagros diyar kir ku YPJ`ê hêza xwe ji civaka xwe digire û got: "Divê jin pergala xwe ya parastinê xurt bike, da ku destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA