Hewldanên provokatîf ên hikumeta Şamê -ŞUKRU GEDÎK   

Hewldanên provokatîf ên hikumeta Şamê -ŞUKRU GEDÎK   
14 nîsan, 2022   00:51

Ji 14'ê Adarê ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Şehbayê ku piraniya şêniyên wan Kurd in û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin, ambargoya kel û pelên xwarinê hatiye ferzkirin.

Carinan pêkanînên bi heman rengî rû didan û her carê alozî derdixistin lê pirsgirêk bi rêya diyalogê hatibûn çareserkirin. 

Li van deveran şert û mercên jiyanê pir dijwar in, rêjeya bêkariyê pir zêde ye, ji ber şer debara pir zehmet e û bi ser de jî ferzkirina ambargoyê tê wateya cezakirina gel.

Li herêmên şer lê diqewimin; çete, rêxistinên derqanûnî û pêkanînên keyfî jixwe hene. Heke em hemû îhtimalan jî bidin ber çavan, ambargoyên hikumeta Şamê yên li dijî Kurdan, hewldanên provokatîf in.  

Ambargoya li ser madeyên xwarinê yên bingehîn, sotemenî an jî madeyên din, her kî dike bila bike, berpirs hikumeta Şamê ye. Ev ambargo bi destê hêzên rejîmê pêk tên. Her çend hêzên ku hikumet nikare bi hêsanî kontrol bike ev ambargo danîbe jî, ev yek rastiyê naguherîne.

Şerê Ukraynayê di serî de bandorê li Sûriyê dike. Di aliyên leşkerî, siyasî û aborî de dê bandorên wê li ser herêmên Rêveberiya Xweser jî çêbin. Tê zanîn ku ne tenê hikumeta Şamê hêza bibandor a li Sûriyê ye, di heman demê de dewleta Tirk û çeteyên wê, Rûsya, DYA û Îran jî hene. Di nava vê kaosa şer de jî herêmên herî biîstiqrar ên li Sûriyê herêmên Rêveberiya Xweser in.

Êrişên dijminahiyê yên Tirkiyê bê navber li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin û pêkanînên ambargoyê yên hikumeta Şamê jî tê wê wateyê ku beşdarî êrişên bi heman rengî dibe.

Êrişên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi armanca bêaramkirina herêmên herî aram ên Sûriyê ne.

Dewleta Tirk li pişt êrişên li ser hemû herêmên Rêveberiya Xweser e û bi taybet Rojava ku mîna giraveke aram a li vê herêma şer e.

Dema ku dewleta Tirk hewl dida Efrînê li xaka xwe zêde bike, diviyabû hikumeta Şamê li hemberî vê êriş û dagirkeriyê li ber xwe bida, lê belê diviyabû çav berda herêmên Rêveberiya Xweser. Ev jî şaşiyeke herî mezin bû.

Siberoja hikumeta Şamê girêdayî dan û standinên bi Rêveberiya Xweser re ye. Hebûn, dîrektîf û ferzkirinên hêzên derve dê tenê ji bo Sûriyê bibin sedema pirsgirêkan. Divê hikumeta Şamê vê rastiyê bibîne.

Divê bi rêya diyalogê çareseriyan bibîne, lê belê li şûna wê bi manîpulasyon û ambargoyan, destê hêzên derve xurttir dike.

Ambargo, cezakirina Kurdên li Helebê û derdora wê, provokasyoneke zelal e. Tevî ku aştiya bi Kurdan re yekane rêya xelasiya hikumeta Şamê ye jî, bi ambargoyê ji şer re derfetan çêdike.

Kurd dê teslîmî ambargoyê nebin û bi provokasyonan nexapin. Çareserî diyalog e, lihevkirina bi nûnerên fermî yên Kurdan re, bi Rêveberiya Xweser re ye.

Heke lêgerîna Rêveberiya Xweser a ji bo diyalogan heta niha jî negihaştibe asta ku tê xwestin, sedema wê nêzîkatiya manîpulatîf a rejîmê ye.

Her wiha tê zanîn ku aloziyeke gengaz a ji ber ambargoyê, tenê bi Heleb û derdora wê ve sînordar nabe.

Kurd lêgerîna xwe ya pêkvejiyanê didomînin lê hikumeta Şamê bi ambargoyê bersivê dide wan. Ev jî israra ji bo bêçareseriyê yê. Israra ji bo bêçareseriyê dê rejîmê bi xwe xerc bike. 

Dibe ku pirsgirêka Sûriyê bibe versiyoneke xirabtir a pirsgirêka Iraqê. Heke piştî Sedam Iraq her ku çû xirabtir bû, hikumetek nayê avakirin, bûye qada lîstikê ya Tirkiye, Îran û hêzên din ên derve, ji bo Sûriyê jî rewşeke bi heman rengî heye.

Heke rewşa heyî neyê derbaskirin, dê tu carî aramî çênabe. Divê bi Kurdan re di nava aştiyê de bijî, ji vebijêrkên demokratîk re vekirî be, şensê diyalogê paşguh neke. Vebijêrkên ji bilî çareseriya siyasî, diyalog û dîplomasiyê, sedema xwînrijandin û qetlîaman in.

Hêza ku dorê li Kurdan digire û ambargoyê lê ferz dike, hêza leşkerî ya bi navê Firqeya 4’an a hikumeta Şamê ye. Ne pêkan e ku ev hêza leşkerî bi tena serê xwe yan jî bêyî destûra rejîmê hewl bide tiştekî wiha bike.

Ev provakasyon dibe ku bi destê hêzên derve be jî. Rewşa şer jî ji bo hewldanên wiha zemînên guncaw pêşkêş dike. Bi kîjan armancê be bila bibe, divê bê zanîn ku ev ambargo dê rê li ber encamên wisa veke ku ne tên qebûlkirin û ne jî tên texmînkirin.

Dê tu carî nekarin bi birçîkirinê civakekê teslîm bigirin. Berî ku Kurdên li Helebê û derdora wê bêhtir mexdûr bibin, divê çareseriyek bê dîtin. Nexwe xweparastin mecbûrî ye.

ANHA