Ji ber li aqubeta du kurên xwe yên revandî pirsî hate girtin

Welatiyekî efrînî ku li aqubeta du kurên xwe yên revandî pirsî, ji aliyê MÎT'ê ve hate girtin.

Ji ber li aqubeta du kurên xwe yên revandî pirsî hate girtin
10 nîsan, 2022   14:13
ŞEHBA

Îstîxbarata Tirkiyê beriya hefteyekê welatiyê bi navê Ednan Bekir ê ji gundê Baflor ê navçeya Cindirês ya kantona Efrînê revand.

Li gorî çavkaniyan; Ednan ji bo li aqubeta du kurê xwe yên revandî (Amir û Ednan) bipirse serî li saziyên ewlehiyê yên li Stenbolê da û li wir ji aliyê MÎT'ê ve hate girtin.

Çavkaniyan diyar kir ku malbata Ednan Bekir, beriya 7'an bi mebesta kar li Tirkiyê dijî û bêyî tu tawnan her du kurên wî ji hefteyekê ve ji aliyê rejîma Tirk ve hatine revandin.