MSD`ê li Stokholmê bi hêzên din ên Sûriyê re civiya

MSD`ê di çarçoveya hewldanên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk de duh li paytexta Swêdê Stokholm hevdîtina şêwirê yê duyemîn li dar xist. Gelek hêz, kesayetên demokrat ên sûrî û nûnerên wezaretên karên derve yên Amerîka, Brîtanya û Swîsrayê di hevdîtinê de hazir bûn.

MSD`ê li Stokholmê bi hêzên din ên Sûriyê re civiya
10 nîsan, 2022   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) duh 9`ê Nîsanê MSD`ê di çarçoveya hewldanên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk de û ji bo nîqaşkiirna nêrîneke siyasî ku nûnertiya herî guncew û firehtir ji opozîsyonê re pêk tîne, hevdîtinek şêwirê li paytexta Swêd Stokholmê li dar xist.

Di hevdîtinê de, nûnerên wezaretên karên derve yên Amerîka, Brîtanya û Swîsrayê, 39 nûnerên hêzên opozîsyona Sûriyê, kesayetên demokratîk û sponserê hevdîtinê Olf Palme ya navneteweyî hazir bûn.

`NIRXANDINA NENAVENDÎBÛNÊ WEK ÇARÇOVEYEKE NÎŞTIMANÎ KU YEKITIYA SÛRIYÊ DIPARÊZE Û ÇARESERIYEKE ADIL JI DOZA KURD RE PÊK TÎNE`

Hevdîtin wê du rojan berdewam bike. Li gorî maperê, di hevdîtinê de dê mijarên; encamên Sûriyeya dewlet, welat, lêkolînkirina têgeha nenavendîbûnê di çarçoveyeke nîştimanî ya demokratîk de ku yekitiya Sûriyê û serdestiya nîştimanî diparêze û hevsengiyê di navbera nasnameya sûrî û nasnameyên xwecih de biafrîne. Her wiha çareseriyeke adil ji doza kurd û kêmneteweyên din re pêk bîne. Pergala dewleta nûjen a bendewar çi ye, rola demokratan û pêkanîna yekitiyê tên nîqaşkirin.

Li gorî malperê, seroka navenda Olf Palme ya Navneteweyî Anna Sondstrom di destpêka hevdîtinê de axiviye û destnîşan kiriye ku ev hevdîtin ji bo pêkanîna aştî û îstiqrarê li Sûriyê gelek girîng e. Her wiha bal kişand ser demokratiyê û edaletê û azadiya gel û got ev yekane rêya rast e.

`SÎNARYOYÊN MUHTEMEL ÊN PÊŞEROJA SÛRIYÊ LI GEL BINKEFTINA XEBATÊN SIYASÎ Û HEBÛNA DAGIRKERIYÊ`

Di roja yekemîn a hevdîtinê de, 3 mijar hatin nîqaşkirin; rewşa Sûriyê, sînaryoyên muhtemel ên pêşeroja Sûriyê weke dewlet û welat li gel binkeftina xebatên siyasî, derfeta parastina yekitiya Sûriyê li gel parçebûnê û dagirkeriyê û hebûna leşkerî. Rola hêzên demokrat di dîtina çareseriyekê de.

Li gorî malperê seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed mijara parçebûna li welêt gotubêj kiriye û gotiye: “Li hin herêman dîktetorî heye, li hinekan jî faşîzim heye. Her wiha li hinekan jî mîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê demokratî pêk hatiye.”

`TEŞEYA DESTHILATÊ LI SÛRIYÊ`

Li gorî malperê, mijara duyemîn; teşeya desthilatê li Sûriyê bû û tê de têgeha nenavendîbûn, teşeyên wê yên siyasî, aborî û rêveberî hatin gotubêjkirin. Beşdaran li ser nenavendîbûn deriyê bingehîn ê çareseriyê ye li hev kir û gelek model li ser vê mijarê wek mînak dan ku ji aloziyê xilas bû. Her wiha beşdaran bandora nenavendîbûnê li ser jinan û rola wan di avakirina aştiyê de nîqaş kirin.

`PARASTINA RÊVEBERIYA XWESER`

Mijara sêyemîn bi navnîşan “Gavên pratîk ji bo avakirina qadeke hevbeş” û tê de astengiyên li pêşiya avakirina eniyeke demokratîk a Sûriyê dibin bend, rêbazên yekkirina xîtaba demokratîk li Sûriyê, rola hêzên demokratîk di pêşeroja Sûriyê û derfeta pêkanîna van gavan di pratîkê de hatin nîqaşkirin.

Li gorî malperê di dawiya hevdîtina yekemîn de, beşdaran li ser rêgeza nenavendîbûnê, pêwîstiya berdewamkirina nîqaşê li ser diyarkirina teşe û parastina yekitiya Sûriyê û Rêveberiya Xweser, nexasim ku li Sûriyê tecrubeyeke pêşeng e, li hev kir.

Tê payîn ku hevdîtin îro berdewam bike.

(şx)