Buhayê sebzeyan bilind bûye û bazar li hêviya berhemên xwecehî ne

Li bazarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê hin cûreyên sebzeyan bi awaykî ber çav giran bûye. Vê yekê jî gelek pirs li gel welatiyan çêkir. Rêveberekî navenda Zimhêrê jî got buhayê kelûpelan ji aliyê komîteya pêwendîdar ve tê diyakririn û hin cûreyên sebzeyan ên xwecehî danektine bazaran.

Buhayê sebzeyan bilind bûye û bazar li hêviya berhemên xwecehî ne
10 nîsan, 2022   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN – KADAR ÎBRAHÎM

Bilindbûna nirxê madeyên, nexasim hin cureyên sebzeyan di nava çend rojên borî de barê welatiyan giran kir.

Li herêma Cizîrê û li gorî  lîsteya rojane ku ji aliyê Rêveberiya Zimhêrê û Parastina Mizexiran ve derdikeve, 1 kîlo bacanê sor dighêje 2 hezar û 900 lîreyên sûrî, kartol (misirî) dighêje 2 hezar û 600 lîreyî û petata sûrî dighêje 2 hezar û 200  lîreyî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji bo xwetêrkirina ji berhemên çandiniyê gotibû ku ew destek bidin projeyên çandiniyê.

Navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo û baxçeyên sergirtî yên bajarokê Rimêlanê, her wiha herêmên nêzî çemê Firatê ji girîngtirîn herêmên ku sebzeyan didin bazarên herêmê. Bi awayekî mezin nirxên sebzeyan li nava bazaran kêm dike û rê li ber anîna sebzeyan ji derve digire.

Xwediyên projeyên baxçeyên sergirtî yên li Tirbespiyê diyar kirin ku wan heta niha berhemên xwe danexistine nava bazaran û ew ê di hefteya bê de berheman daxin.

Fadî Mixêlîn ku li Tirbespiyê sebzeyan difroşe got, bilindbûna zêde ya nirxê sebzeyan ji ber keysbaziya bazirganan û kêmbûna miqdarê ku tên herêmê ye ku rê li pêşiya keysbazkirinê vedike.

Fadî Mixêlîn destnîşan kir ku di nava rojekê de nirxê 1 kîlo bacanê sor ji 4 hezeran daket 2 hezar û 900 lîreyên Sûrî  û got: "Dema miqdarên mezin ji sebzeyan dadikeve bazaran, bazirgan derfetê nabînin ku nirxan bilind bikin. Ji ber wê jî neçar dimînin ku bi nirxekî kêm bifroşe da ku sebzeyan wan kom nebe û xira nebe."

Fadî Mixêlîn îşaret  pê kir ku ji bo nirxê sebzeyan bilind nebe, komîteya zimhêrê bi roleke mezin radibe û got: "Dema berhemên xwecehî dadikevin bazaran ev yek dihêle ku buhayên wan dakevin."

Welatiyê bi  navê Elî El-Giûd ku ji gundê Girê Mîrkî yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ye got dema pirsa bilindbûna nirxan tê kirin bersiv buhabûna dolar e.

Hevserokê Navenda Zimhêrê ya Tirbespiyê Xalid Xelef, diyar kir ku komîteya diyarkirina nirxan û Yekîtiya Bazirganan nirxên sebzeyan diyar dikin. Her wiha destnîşan kir ku ew her roj nirxan diyar dikin û li dukanan belav dikin.

Xalid Xelef da zanîn ew nirxan bi mekanîzmeya cimle, nîv cimle û mifereq destnîşan dikin, dema ku bazirgan bilind bikin ew li gor madeya 33'an a qanûna parastina mizêxetan di benda 1 de tên agahdarkirin, eger ev yek dubare bû jî duqat nirxê ew didin tê cezakirin, piştre jî sêqat eger dubare bû.

 (bx)

ANHA