​​​​​​​Gelo armanca nû ya êrişên dagirkeriyê Metîna ye? -HALÎT ERMÎŞ

​​​​​​​Gelo armanca nû ya êrişên dagirkeriyê Metîna ye? -HALÎT ERMÎŞ
1 nîsan, 2022   00:40

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Xuya ye ji bo ku wekî sala 2021’an li hemberî gerîla têk neçe, di sala 2022’yan de zêdetir hewcedarî hevkariyê ye. Ji bo tola Garê û Werxelê hilîne, xuya ye yekser PDK daye cem xwe. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de û daxuyaniya KCK'ê, PDK dê ji sala bihurî gelekî zêdetir di nava van êrişên qirkirin û dagirkeriyê de cih bigire.

Di Adarê de PDK'ê hêzên taybet şandin herêma Metînayê û vê yekê jî li ser konsepta êrişê ya ku vê biharê bê meşadin, hin tişt xuya kirin. Vê carê xuya ye li şûna êrişên li ser Garê yên 10 'ê Sibata 2021’an, Metîna hatiye hilbijartin.

Îcar di vê konsepta qirkirinê de dixwazin senaryoyeke çawa bimeşînin?

ÇIMA METÎNA?

Konsepta dewleta Tirk û PDK'ê ya êrişa li ser Metînayê, ne rewşeke gelekî nû ye, wek dewama êrişên qirkirinê yên salên 2020 û 2021’an in. Heke planên  êrişa li ser Metînayê yên salên dawîn ên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê bi hev re bên nirxandin, dê şîroveyeke rasttir be û di warê analîzkirina rewşê de dê me ber bi encameke rasttir ve jî bibe.

Qada Metîna ji aliyê erdnîgarî ve ji Zê, Zagros û Heftanînê biçûktir e. Lê ji bilî biçûkbûnê, berevajî Garê, hema li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Ev yek rê li ber vedike ku dewleta Tirk êrişeke yekser li ser xeta sînor bike. Wekî din,  li  herêma Metînayê bi salan e baregehên mezin ên leşkerî li Bakurê Kurdistanê li ser sînor hatine çêkirin. Di esasê xwe de êrişa li ser Metînayê li gorî ya li ser Garê ji bo dewleta Tirk lêçûna xwe ya leşkerî kêmtir e.

Metîna her wiha di navbera Zê, Zagros û Heftanînê de jî derbasgehek e. Lewma Metîna ji bo êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Zê û Zagrosê jî xwedî stratejiyeke girîng e. Lê belê ya herî girîng ew e ku van herêman bi hev ve girê dide. Vê têkiliyê dixwazin bi êrişeke mêtingeriyê qut bikin. Lewma jî Metîna têra xwe girîng e.

Aliyekî din ê girîng ê Metîna jî ew e ku xwedî kanên mezin ên petrol û enerjiyê ye. Gerçî hema hema hemû herêm xwedî çavkaniyên dewlemend ên enerjiyê ye. Garê jî di vî warî de cihekî girîng e. Di demên dawîn de PDK'ê bi hin dewletan re peymanên bazirganiya gazê xistin rojevê û welatên ku ji ber şerê li dijî Rûsyayê de zehmetiyê dikişînin, ji bo êrişên li ser van herêman girîngiyeke din çêdike ku hem dewleta Tirk pêwîstî bi wê gaze heye û hem jî herêm li ser xeta bazirganiyê ye.

HEKE ÊRIŞA DAGIRKERIYÊ YA LI DIJÎ METÎNAYÊ PÊK WERE DÊ ÇI BIBE?

 Bi sewqiyata ber bi Kela Qumriyê ve xwestin dest bi êrişa li dijî Metînayê bikin û vê yekê jî nîşan da ku dixwazin Metîna û Heftanînê ji hev qut bikin.  Ji ber ku di heman demê de behsa herêma Qeşûran jî tê kirin, ev îhtîmal xurttir dibe. 

Hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê dibe ku plan kiribe ku ji Bakur û Başûr ve tev bigere û bi vê yekê gerîla neçar bike ku ber bi qadên Heftanîn û Metînayê ve vekişe. Bi jevveqetandina van her du qadan hewl didin tevger û manewraya gerîla ya di navbera qadan de sînordar bikin. Heke ev xet bikeve destê dewleta Tirk û PDK’ê, dê PDK hêsantir tev bigere û vê carê ji başûr ber bi Zêyê ve biçe. Li aliyê bakur jî dê dewleta Tirk hewl bide Metînayê dorpêç bike.

Eger ev plan bixebite, dibe ku PDK li dijî Heftanîn û Zê jî bikeve nava tevgerê û  bixe bin dorpêçê.  Dewleta Tirk jixwe dê ji bakur heta sînor hêza xwe bi cih bike û dê êrişên bi teknolojiya nû pêk bîne. Di encamê de jî li wê deverê pevçûna di navbera gerîla û hêzên PDK’ê de dê muhtemel bin.

Her wiha tevgera hêzên Zêrevanî û Gulan ên PDK'ê ku beriya êrişa Garê şandin  vê herêmê û her wiha tevgera çeteyên Roj ên paramîlîter û dorpêçkirina gerîla hê jî di bîra me de ye. Nakokiya bi gerîla re ya wê demê  planên PDK'ê derxistibûn holê.

Di senaryoya gengaz a li hemberî Metînayê de,  derket hole ku ji bo meşrûkirina hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê komployên çawa hatine çêkirin.. Heman senaryo di sala 2021'an de bi êrişa li dijî wesayiteke hêzên PDK'ê ya li Metînayê pêk hat, lê belê bi deşîfrekirina lîstikê re û ji ber helwesta berpirsyar a gerîla, nehate domandin.

MERHELEYA DUYEMÎN HEMÛ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ NE?

Heke plana dagirkerî û qirkirinê ya di ser Metînayê re hat amadekirin, bê pratîzekirin, dê ne pêkan be ku PDK mîna salên borî bi rengekî veşartî bikeve nava pêvajoya êrişan û bi awayekî yekser dê tev li şer bibe. Ji ber ku PDK jî bi qasî dewleta Tirk tesfiyekirina gerîla û PKK'ê ji bo xwe jiyanî dibîne.

Ji ber vê yekê ne diyar e ku êrişa li ser Metînayê dê li ku derê bisekine. Dewleta Tirk û PDK dê hewl bidin cihê êrişê berfireh bikin û li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê belav bikin. Hedefa din a piştî Metînayê îhtîmal e ku Heftanîn be. A rast êrişa li ser vê qadê dikare hemwextî ya li ser Metînayê dest pê bike. Piştre dîsa Zagros (Avaşîn), herêma Zê jî dê bibin hedef. Êrişên li hemberî herêmên din, dê li gorî encamên êrişên li hemberî van herêman bin. Lê belê dewleta Tirk ku têkçûna mezin ji bîr nekiriye, dikare dîsa êrişî Garê bike.

DIXWAZIN TÊKILIYA BI ROJAVA RE QUT BIKIN

Divê mijareke din jî were bibîrxistin. Aliyekî din ê vê konsepta êrişê jî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên muhtemel ên li ser Rojava ne.

Dewleta Tirk û PDK'ê hewl dida heman senaryoyê di êrişa Garê ya 10 'ê Sibata 2021'an de jî bixin meriyetê. Heke Metîna û Heftanîn bikare dagir bike û gerîla jê derxe, wê demê sînorê Başûr û Rojava dikare bikeve destê dewleta Tirk û vê carê jî dê êrişa li ser Şengalê û Rojava bikeve rojevê. Lêkirina dîwar li derdora Şengalê, jixwe wek parçeyekî van senaryoyan e.

ZAP Û GARÊ BIRÎNÊN BERÊ NE

Dewleta Tirk di operasyonên dagirkeriyê yên Zap û Garê yên 2008-2021'an de şikestineke mezin xwar û hê jî kula wê di dilê wan de ye. Dewleta Tirk ji hêzên hegemon ên global destek ji bo tepisandina PKK'ê wergirt, dîrokên ku ji bo tesfiyeyê ragihandine gelek caran guherandin, lê ji têkçûneke mezin nefilitî.

Heke bikarin encama ku dixwazin di êrişên li ser Metîna û Heftanînê de bi dest bixin, dikarin careke din êrişî van herêman bikin da ku têkçûna ku li Zê û Garê telafî bikin. Lê belê ji bo ev yek pêk were,  divê ewilî di Metîna, Heftanîn û Zagrosan re derbas bibin. Bi qasî ku propagandaya wê dikin, dê ne hêsan be ku di nava çend salên dawîn de ev yek bi dehan operasyonên li ser sînor hate îspatkirin.

Bê guman ne pêkan e ku mirov bêje ji sedî sed êrişên gengaz dê ji niha ve pêk werin. Lê em tenê pêşbîniya îhtîmalan dikin. Sibe dibe ku li ser qadê pir cuda be. Lê îhtîmal jî hene ku bandora xwe li ser diyarkirina encamê hebe.

Gerîla jî li dijî êrişên nû yên gengaz xwe nû dike, taktîkan bi pêş dixe û di nava 2 salên dawîn de li dijî hemû teknîka dewleta Tirk bi rengekî çalaktir tê dikoşe. Ji bo artêşa Tirk û PDK'ê gelekî zehmet e ku li çiyayên Kurdistanê encama tê xwestin li dijî gerîla bi dest bixin. Têkoşîna gerîla ya aktîf dê bikare moralê artêşa Tirk û hêzên taybet ên PDK'ê têk bibe.

Êrişên îmhayê yên li dijî gerîla, dê bersiveke tund ji civak û ciwanên Kurdistanê bigire û tevlêbûna ciwanan a nava gerîla dê zêdetir bibe.

PDK PIŞTÎ XIYANETA XWE DÊ NEKARE HEBÛNA XWE BIDOMÎNE

Bo nimûne, heke PDK hevkariyeke tam bi dewleta Tirk re çêke, dê civaka Kurd  jî bi yekcarî bersivê bide PDK'ê. Tenê gelê Bakurê Kurdistanê bertekê nîşan nade, di heman demê de dê gelê Rojava û Başûr bersivê bide. Bertekên ku par derketibûn holê, dê nîşana bertekên îsal bin.

Dîsa helwesta partiyên siyasî dê girîng be. Hêzên ku di siyaseta Başûr de aktîf in, qezenca wan ji hevkariya bi dewleta Tirk re nîn e. Dîrokê ev yek gelek caran nîşan da. Nerazîbûnên hêzên siyasî yên li dijî PDK'ê dê gav bi gav zêdetir bibin. Ji ber ku bêdengiya li hember vê hevkariyê di dema dirêj de dê maliyeta wê ji bo hemû Kurdan û hêzên siyasî giran be. Dixwazin Başûr bikin wîlayeteke dewleta Tirk û gel neçarî AKP-MHP'ê bikin. Partiyên siyasî yên Başûr xwedî vê nêrînê ne.  

Li Bakur û Rojava ne mimkûn e ku gel û hêzên siyasî li hemberî van êrişên qirkirinê bê deng bimînin. Di vê rewşê de dê PDK rastî nerazîbûneke mezin a civaka Kurdistanê were. Piştî vê hevkarî û xiyanetê PDK dê nekare mîna berê hebûna xwe bidomîne. Dawiya dawî, dê berdêla vê tercîha xwe ya xiyanetê bide.

Li aliyê din bloka faşîst a AKP-MHP'ê ku ji valahiya nakokiya di navbera Rûsya û DYA'yê de sûdê werdigire, di demekê de ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dewam dike, bi rêya qirkirina Kurdan dixwaze li herêmê bibe hêzeke hegemon.

Gerîla di şerên li Garê, Zê û Avaşînê de têkneçûna xwe îspat kir û xwedîderketina gel a di Newrozê de jî nîşan da bê ka êrişeke muhtemel a qirkirinê dê bi çi rengî were pêşwazîkirin.

Di encamê de îhtîmal e ku konseptên êrişê yên dewleta Tirk û PDK'ê ku bûye navenda xiyanetê, ji bo wan têkçûneke mezin bi xwe re bînin. Bê guman xetere mezin e. Lê belê, wekî ku min anî ziman, heke xeta berxwedanê ya domdar a li dijî êrişan bi têkoşîneke topyekûn hem di qada siyasî û civakî de hem jî di qada gerîla de di asta herî bilind de were geşkirin, derfet û îmkanên ku hêzên dagirker û hevkar winda bikin, hene. Lê belê dive bê zanîn ku ev konsept ne tenê bi dewleta Tirk û PDK'ê re sînordar e. Li pişt wê jî hêzên ku hesabên mezin dikin, hene. Her wiha heke li hemû qadan têkoşîn were geşkirin, derfet hene ku ev konsept were têkbirin.

ANHA