​​​​​​​Meclisa Jinan cejna Akîto li Suryanan pîroz kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Akîto li gelê Suryanî, Asûrî ya Kildanî û hemû gelên li Sûriyê pîroz kir.

​​​​​​​Meclisa Jinan cejna Akîto li Suryanan pîroz kir
31 adar, 2022   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya rasthatina cejna Akîto daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Gelê Suryanî, Asurî, Kildanî her salê 1’ê Nîsana bi cejna Akîto (6772) cejna sersala Babilî ku mîrasa neteweyî û dîrokî ye pîroz dike. Ev cejn nîşaneyên olî, felsefî û şaristanî yên kûr in ku nêrîna mirovan û têkiliya wê bi jiyan û xwezayê re xurt kir. Tê de baweriyên olî hene ku nîşaneyên nûkirin û vejînê yên hatina biharê û destpêka sala nû ne. Her wiha wateyên hebûn û jiyanê ne  û şahiyên 12 rojan tê de berdewam dikin.

Pîrozkirina vî gelî kevnar bi cejna Akîto hezkirina wê ji jinan û nûkirina li ser xaka welat re diyar dike, da ku rola xwe geş bike, îtîrafa bi hebûn û nasnameya xwe bike. Mafên xwe yên neteweyî bi hemû pêkhateyên herêmê re misoger bike, jiyana birûmet, azad û demokrasî pêk bîne ku di dirêjahiya serdeman de rûbirûyî asîmîlekirin û paşguhkirinê bûn.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê boneyê gelê Suryanî, Asurî, Kildanî û hemû gelên Sûriyê pîroz dikin. Ev cejn destpêka meşaleya azadî û aştiyê li hember şer û bindestiya ku gelê Sûriyê azarên wê kişandin, da ku civakeke demokrat ava bikin, ku tê de nirxên wekhevî, edaletê heye, her wiha tê de biratiya gelan pêk tê, hezkirin û lêborînê di nava welatiyan de belav dike."

(fr)

ANHA