​​​​​​​'Armanca lêkirina dîwar du herêmên xwedî rêveberiyên xweser ji hev qut bikin'

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo diyar kir ku lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşek ji komployên berdewam ên li dijî civaka êzidî ye û armanca wê ku Kurdistanê ji hev parçe bike.

​​​​​​​'Armanca lêkirina dîwar du herêmên xwedî rêveberiyên xweser ji hev qut bikin'
1 nîsan, 2022   03:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam dikin. Civaka êzidî vê yekê wekî beşekî ji komployên ku vîna wan dike hedef bi nav dikin û têkbirina destkeftiyên ku bi saya Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî hatine bidestxistin e.

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo ji ANHA`yê re axivî û got: "Lêkirina dîwar ji aliyê hikumeta Iraqê ve yek ji fermanên dewleta Tirk e, ku ev demeke dirêj e dijminatiya êzidiyan dike."           

Hemo bal kişand ser rizgarkirina Şengalê ji aliyê ciwanên êzidî ve û bidestxistina destkeftiyan û got: "Ev jî bi saya ragihandina Rêveberiya Xweser a Şengalê hate misogerkirin, ku li ser bingeha rêxistinkirina civaka êzidî hate avakirin, da ku mafên xwe li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi dest bixin û li qadên navneteweyî cihên xwe bigirin."

Hemo wiha li axaftina xwe zêde kir: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Şengal û şerê li dijî DAIŞ rêyeke stratejîk bû, ku di encamê de hate rizgarkirin û li du herêman du rêveberî hatin avakirin, ku ev jî vîna êzidiyan xurttir kir bi taybet piştî Rêveberiya Xweser destek da."

Silêman Hemo bi îşaret pê kir ku MIT'ê bi hevakriya hikumeta Iraqê dixwaze her du herêman ji hev qut bike û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe û got, plana lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de ji vir dest pê kir.

Silêman Hemo banga naskirina hemû aliyên planên lêkirina dîwar datînin kir, bi taybet aliyê wê yê siyasî û diyar kir ku armanca lêkirina dîwar projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û Şengalê jî dorpêç bike.

Hikumeta Iraqê îdia dike sedema lêkirina dîwarê di navbera Iraqê û Sûriyê de, parastina sînor ji çeteyên DAIŞ`ê ye. Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, dîwarê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê de derdora 250 kîlometre ye.

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo bal kişand ser xeteriya qutkirina Şengal ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dûrxistina êzidiyan ji hev du û wiha dewam kir: "Lêkirina dîwar me jî dike armanc, ew ê rasterast me û Şengal ji hev qut bike û rêxistina êzidiyan dike armanc."

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê dema êzidî ji destên çeteyan dihatin rizgarkirin wan radestî Rêveberiya Xweser a Şengalê dikirin û bi wê yekê re, roleke mezin dilîstin.

Silêman Hemo di dawiyê got: "Em hewcedarî Şengalê ne û ew jî hewcedarî me ye, planên lêkirina dîwar ew ê me ji hev qut neke."

ANHA