Şam: 13 leşkerên me hatin kuştin, 18 jî birîndar bûn

Hate ragihandin ku li beyara Tedmurê li dijî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê êriş pêk hat, di encamê de 13 leşker, di nav de efser hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Şam: 13 leşkerên me hatin kuştin, 18 jî birîndar bûn
6 adar, 2022   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa "SANA"ya girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî ragihand: "Saet 13:30'an, li beyara Tedmurê, li rojhilatê stasyona Sêyemîn li dijî erebeyeke me ya leşkerî bi hemû cure çek êrişeke terorîst hate kirin."

Li gorî heman çavkanî, di encama êrişê de 13 leşker di nav de efser hatin kutştin û 18 jî birîndar bûn.

ANHA