Li gelek herêman çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên 8'ê Adarê bi diruşma "Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" berdewam dikin.

6 adar, 2022   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêxistina Kongra Star a Hesekê serdana bendên kontrolê yên Hêzên Asayîşê û Heyva Sor a Kurd kir û şêranî li wan belav kir.

Li aliyekî din jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li dar xist.

Meşa ku bi dehan jin tê de beşdar bûn, ji Parka Rêber Apo ya li taxa Nasra ber bi navenda Şaredariyê ve dest pê kir.  Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Şaredariyê ya bajarê Hesekê bi dawî bû û ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Evînda Şêxo axivî, 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, jinên Rojava û hêzên ewlekariyê pîroz kir. Her wiha soza şopandina xeta şehîdan da.

Berdevka Komîteya Perwerde ya Kongra Star Rîm Nasir jî axivî, 8'ê Adarê li rêber Ocalan pîroz kir.

Çalakî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê jî, endamên Kongra Star bi cil û bergên xwe yên folkorî serdana saziyê sivîl, Hêzên Asayîşê, HPC, Trafîkê kir, gul diyarî wan kir û 8'ê Adarê li wan pîroz kir.

ZIRGAN

Li navçeya Zirganê jî bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şahiyek hate lidarxistin.

Ji saetên sibehê ve, bi sedan şêniyên navçeyê, di serî de jinan bi cilên xwe yên folklorî herikîn qada pîrozbahiyê ku bi alên Kongra Star, YPJ, QSD, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û sembolên saziyên jinan hate xemilandin.

Di şahiyê de endama rêveber a Kongra Star a navçeya Zirganê Semah Hemadî axivî û banga xurtkirina têkoşînê li jinan kir.

Semah El-Hemadî anî ziman ku tevî mercên zehmet ên topbaran, qetilkirin û koçberkirinê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, jinên navçeyê teslîm nebûn û xaka xwe terik nekir û ji bo avakirina civakeke demokratîk de di hemû qadan de têkoşînê dikin.

Şahî bi stran û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo, Meclisa Olî ya Jinan a girêdayî Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser şoreşa Rojava û hate gotin: "Şoreşa Rojava hişt ku jin di hemû qadan de serkeftinan bi dest bixîne. Têkoşîn û berxwedana ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, bandor li jin û rêxistinên jinan ên cîhanê, bi taybet tevgerên rizgariyê yên jinan kir. Berxwedana leheng ya jinên Rojava ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li tevahî cîhanê deng venda. Jinan di hemû qadan de civakî, siyasî, rêveberî, rêxistinî, xizmetguzarî û ewlehî de xwe bi rêxistin kirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate got: "Jin şervan, têkoşîn û şoreşger e ku ronahî û jiyanê dide."

Meclisa Olî ya Jinan di daxuyaniyê de bang hevgirtin û xurtkirina têkoşînê li hemû jinan kir û 8'ê Adarê li wan pîroz kir.

MINBIC

Bi armanca danasîna dîroka Roja Jinan a Cîhanê, Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li Pirtûkxaneya Mihemed Menla Xirzêl a Minbicê li dar xist.

Semîner bi amadebûna bi dehan jinan ji aliyê endama rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê ya bajarê Minbic û gundewarê wê Meryem El-Heyanî ve hate dayîn.

Meryem El-Heyanî bal kişand ser dîroka Roja Jinan a Cîhanê û diyar kir ku ev roj encamên xwepêşandanên jinan e ku di sala 1857'an de li New Yorkê li hemberî rejîma serdest rabûn, gelek jinan serî hildan û bi daxwaza mafê xwe berxwedaneke mezin nîşan dan.

Meryem El-Heyanî îşaret bi rola YPJ'ê kir û wiha domand: "Bi boneya 8'ê Adarê em rola pêşeng a YPJ'ê di parastina xak û gelê xwe û nasnameya azad a jinan de silav dikin. YPJ'ê di oxira parastina destkeftiyên şoreşa jinan de berxwedaneke bêhempa li dijî terorê raber kir."

KOBANÊ

Li herêma Firatê jî çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Koordînîasyona Kongra Star a Herêma Firatê mîhrîcanek li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê li dar xist.

Di mîhrîcanê de bi sedan ji jinên Kobanê, Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amede bûn.

Di mîrhîcanê de 50'ê tablo ku ji aliyê 17 xwendekarên Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê hatin xêzkirin, hatin pêşandan, her wiha alavên kevn û hunerên ku jinan bi destê xwe çêkirin hatin nîşandan.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî, 8'ê Adarê pîroz kir û bal kişand ser rola pêşeng a jinan û têkoşîna wan ya li hemberî zihniyeta bavikslarî.

Piştre Koma Kulîlkên Pêşerojê ya Zarokan dîlan pêşkêş kirine, koma Şano ya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şanoyeke li  ser rola jinan di avakirina malbatê de pêşand.

Piştre hevseroka Meclisa PYD'ê ya Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl semînreke li ser Roja Jinan a Cîhanê da.

Bêrîvan Îsamîl bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe û diyar kir ku jinên Rojava bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan mafên xwe bi dest xistin.

Di mîhrîcanê de di navbera du tîman de pişgireke pirsan hate lidarxistin. Tîma yekemîn bi navê Şehîd Zehra û ya duyemîn bi navê Şehîd Hebûn bû. Her tîmeke ji 5 endaman pêk dihat. Di dawiyê de Tîma Şehîd Zehra bi ser ket. Tîma serkeftî ji aliyê nivîsgeha Jinan a PYD'ê ya herêma Firatê ve hate xelatkirin.
Piştî diyarî li dayikên şehîdan hatin belavkirin, mîhrîcan bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

ŞEHBA

Bi heman armancê, Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Efrîn û Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl, yekitî û nûnerên partiyên siyasî panelek li dar xist.

Mijara yekemîn a panelê a bi navê "Hevjiyana azad" ji aliyê endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê ya kantonên Efrîn û Şehbayê Mihemed Hesen ve hate şîrovekirin. Hesen bal kişand ser rola jian di rêvebirina civakê de û pêvajoyên şikandina jinan ji aliyê mêrê serdest ve. Her wiha îşaret pê kir ku jin rêgezên yekemîn ên exlaqî danîn da ku civakê biparêze û hemû zanist xist xizmeta pêşketina mirovahiyê.

Mihemed Hesen da zanîn ku têgehan hevjiyana azad azadiya civakî ya di navbera herdu zayendan de li ser esasê edalet û wekheviyê de dinirxîne û îradeyeke azad û hevgirtin di navbera wan de diafirîne.

Mijara duyemîn a bi navê "Jin û veguhestina demokratîk" ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan Lemya Xelef ve hate şîrovekirin. Lemya Xelef diyar kir xilasiya jinan ji zihniyeta baviksalarî wê qedereke mezin ji azadiya siyasî pêk bîne. Her wiha  bal kişand ser rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên ku pêk anîne.

Di dawiyê de her du mijara ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

ANHA