Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin

Li Eyn Îsa, Reqa û Qamişlo çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin lidarxistin.

Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin
6 adar, 2022   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin.

QAMIŞLO

Bi diruşma "Bi rihê Viyan û Nûjiyan em ê têkoşîna 8'ê Adarê xurt bikin", Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê pêşbaziyeke bi bîskilêtan li dar xist.

Pêşbaziya jinên ciwan ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û li stada Şehîdên 12'ê Adarê bi dawî bû. Di pêşbaziyê de Îman Hesen, Narîn Nezîr, Hêlîn Dawud û Medya Xanim bi ser ketin û ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê ve hatin xelatkirin.

EYN ÎSA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9mql57OhOpw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Eyn Îsayê jî Kongra Star û Komîteya Jinan a Kantona Girê Spî diyarî li xebatkarên saziyên xizmetguzarî û Hêzên Asayîşê belav kirin û 8'ê Adarê li wan pîroz kir.

Tê payîn ku wê sibe şahiya 8'ê Adarê li kampa Koçberên Girê Spî were lidarxistin.

REQA

Girêdayê heman armancê, Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê bi navê "Pirsgirêka azadiyê ji bo jin û mêran" panelek li Reqayê li dar xist.

Di panelê de berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xilûd Îsa bi xêrhatina beşdaran kir û 8'ê Adarê li wan pîroz kir.

Paşê endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD'ê Foza Yûsif behsa doza azadiyê di navbera jin û mêran de kir û got: "Pirsgirêka azadiyê ne tenê pirsgirêka jinê ye, di heman demê de pirsgirêka mêran e jî."

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Ebdurehman Ehmed jî anî ziman ku "Jin di civaka me de roleke pêşeng di jiyanê de dilîze."

Her wiha endama MSD'ê Debiya El-Nasir di panelê de diyar kir ku azadî ew e ku mafên her du zayendan werin naskirin û were misogerkirin.

ANHA