‘Hemû têkoşîna rêber Ocalan ji bo gel e’

Welatiyê bi navê Xelîl Xilo ku di salên 1990'î de rêber Abdullah Ocalan dîtibû, dibêje “Dîtina min a rêber Ocalan kêfxweşiyek e ku nayê wesifkirin” û destnîşan kir ku rêber Ocalan rêya berxwedanê hilbijart û pêşengî ji gelê xwe re kir û heya îro jî di girtîgehê de didomîne.

‘Hemû têkoşîna rêber Ocalan ji bo gel e’
17 sibat, 2022   00:36
HELEB - SOZDAR WEQAS

23 sal di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn.

Hêzên komploger rêber Ocalan bi awayekî fizîkî dîl girt lê nekarîn ji aliyê fikrî ve bigirin û ne jî karîn vîna wî ji aliyê birêvebirina gelan di hundirê girtîgeha Îmraliyê de bişikînin.

Welatiyê bi navê Xelîl Xilo yek ji kesayetên welatparêz ku di sala 1991'an de li Akademiya Şehîd Masûm Korkmaz a li Lubnanê rêber Abdullah Ocalan dîtiye, der barê dîtinê de wiha got: “Em komeke welatparêz bi şev gihaştin Lubnanê, wê demê alên Kurdistanê yên ku li akademiyê hatibûn hildan, bala min kişandin. Ew kêliyek ku nayê wesifandin e, hêstir ji çavên min barîn û min bawer kir ku Kurdistan dê her tim bimîne.”

Xelîl Xilo wiha lê zêde kir: “Di wê şevê de em bi Rêbertî re civiyan û hinekî li ser dijmin, doza Kurd, girîngiya hevgirtina gelan, yekitiya wan û hezkirina ji welat, ziman û dozê re axivîn. Di roja duyemîn de jî derket ser dikê û bi berfirehî ji hemû kesên amade re axivî.”

Cara duyemîn welatiyê bi navê Xelîl Xilo di sala 1992'yan de li taxa Nîl a bajarê Helebê li mala welatparêzekî rêber Ocalan dîtin û wiha behsê kir: "Dîtina min bi Rêbertî re cara duyemîn jî kêfxweşiyek ku nayê wesifandin e. Gotinên Rêbertî bandor li ruh û kesayeta me dikir û heta îro em li ser vê yekê tev digerin. Rêbertî her tim em rexne dikirin û em li ser bilindkirina têkoşînê hişyar dikirin."         

‘RÊBER OCALAN RÊYA BERXWEDANÊ HILBIJART Û JI BO GELÊ XWE TÊ DIKOŞE’

Xelîl Xilo wiha dom kir: “Em her tim li kêleka Rêbertî ne. Bi rêya komploya ku li dijî rêber Ocalan hatiye kirin, dixwestin ku Kurd û Kurdistanê tune bikin, lê daxwazên wan bi bin ketin. Em li ser fikir, felsefe û daxwazên Rêbertî bi ser ketin. Em çi qas behsa Rêbertî bikin jî, em nikarin wesfa rêbertiya ku perspektîfên xwe pêşkêşî hemû pêkhate û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dike, bikin."

‘AZADIYA RÊBER OCALAN DÊ BANDOREKE ERÊNÎ LI CÎHANÊ BIKE’

Xelîl Xilo di dawiyê de bang li hemû gelê Kurd û Ereb kir ku ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan hevgirtina xwe xurt bikin û wiha got: "Em bi can, xwîn û dengê xwe li gel rêberê xwe ne. Azadiya Rêbertî dê bandoreke erênî ne tenê li gelê Kurd, lê li hemû cîhanê bike."

(dx)

ANHA