​​​​​​​Kevana Zêrîn Komploya 15'ê Sibatê şermezar kir

Tevgera Çandê ya Jinan a Kevana Zêrîn Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku “Em ê li ser rêya ku Rêbertiya xwe bi pêş ve biçin û em ê tecrîda li ser Rêbertî bişikînin û wî azad bikin.”

​​​​​​​Kevana Zêrîn Komploya 15'ê Sibatê şermezar kir
14 sibat, 2022   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çandê ya Jinan a Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku bi saya perspektîfên rêber Ocalan komploger negihaştin armancên xwe.

Kevana Zêrîn diyar kir ku hêzên komploger nekarîn serkeftina rêber Ocalan bişikînin û polîtîkayeke giran a tecrîd û îşkenceyê lê ferz kirin û hate gotin: "Ev berxwedan me xurttir dike û nîşanî me dide ku divê em li ser perspektîfên Rêbertî bimeşin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "15’ê Sibata 1999'an komployek navneteweyî li dijî birêz Abdullah Ocalan pêk hat ku wek rêberê gelan di dilê wan de ji xwe re cih dîtiye.

Rêbertiya me nehişt komplo bigihêje armanca xwe. Netewedewletên ku bi komployê re negihaştin armanca xwe, niha li hev dicivin da ku tecrîd û îşkenceyên li ser Rêbertî ku tu carî serî li ber wan netewandiye, ferz bikin.”

Kevana Zêrîn wiha daxuyand: “Perspektîfên ji aliyê Rêbertî ve hatin pêşxistin, têra xwe xurt in ku bi hezaran salan têra gelan bikin. Berxwedana Rêbertiya me, me bihêztir dike û hê zelaltir nîşanî me dide ku divê em li gorî perspektîfên wî bimeşin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha lê hate zêdekirin: “Di demekê de ku çand û vîna jinan hatibû tepisandin, jinên ku rêya Rêbertî dişopand, hêzeke ji milyonan pêk tê, derxist holê. Em xebatkarên çandê diyar dikin ku em ê li ser rêya Rêbertiya me bi pêş ve biçin û em ê bi xebatên çandî û hunerî tecrîda li ser Rêbertî bişikînin û Rêbertiya xwe azad bikin. Wek Tevgera Çandê ya Jinan a Kevana Zêrîn em Komploya Navneteweyî şermezar dikin û dibêjin dem dema azadiyê ye û diyar dikin ku heta Rêbertiya xwe ji aliyê fîzîkî ve azad nekin, em nasekinin.”

ANHA