​​​​​​​Bi deh hezaran şêniyên Qamişloyê şehîdên Gurzê Gelan oxir kir-HAT NÛKİRİN

Bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê cenazeyên 12 şehîdên pêngava Gurzê Gelan oxir kir û nasnameya fermandara YJA-Starê Sozdar Cûdî ya li Eyaleta Mêrdînê şehîd bûye, hat eşkerekirin.

2 sibat, 2022   13:43
QAMIŞLO

Karwanê şehîdên ji pêşiya meclisa Enteriye ber bi goristana şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ket.

Li goristanê, bi hezaran şêniyên Qamişloyê cenazeyên şehîdan pêşwazî kirin.

Li goristanê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Masûm Hesen axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Masûm Hesen wiha domand: “Xwedîderketina gelên herêmê li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, mînaka herî berçav a serkeftina me li ser hemû planên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê ye. Kombûna me li vir delîla têkbirina komployên li dijî herêmê ye.”

Hesen destnîşan kir ku divê hevgirtina di navbera gelê herêmê de were xurtkirin û bi domdarî got: “Em vîna xwe ji şehîdên xwe digirin. Bi saya wan em li vir in. Ji ber wê divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şopdarên rêya şehîdan bin heta ku serkeftin pêk were. Em li Kobanê bi ser ketin û me herêmên xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Bi heman berxwedanê em li Hesekê dîsa bi ser ketin. Ev yek bi saya felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e.”

Hesen di dawiyê de îşaret bi girîngiya rêgeza şerê gelê şoreşger li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê kir û got: “Dewleta Tirk bi rêya êrişên li ser girtîgeha Sînaa armanc kir ku fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe. Lê berovajî wê pêk hat. Di pêngava Gurzê Gelan de xwîna şêniyên herêmê dîsa têkil hev bû. Berxwedana ciwanên me li hember planên kirêt ên dewleta Tirk û çeteyên wê bi ser ket.”

`CIWANÊN ME CAREKE DIN ALA AZADIYÊ HILDAN`

Her wiha di merasîmê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger axivî û got: “Ciwanan bi berxwedana xwe careke din ala azadiyê bilind kir. Şervanên azadiyê rêya azadiyê şopand û têkoşiyan heta gihaştin şehadetê. Armanca wan jî, avakirina pêşerojeke azad û ewle ji nifşan re ye.”

Zelal Ceger destnîşan kir ku armanca êrişa li ser girtîgeha Sînaa têkbirina biratiya gelan û projeya Rêveberiya Xweser e.

Di dawiyê de got: “Gelek dijwar e ku em 121 şehîdên xwe oxir bikin. Divê em vê rastiyê fêm bikin ku berxwedana şêniyên herêmê dê azadî û serkeftinê bike para vî gelî. Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastinê esas bigire da ku layîqî şehîdan bin.”

`BI BERXWEDANÊ ME KOMPLOYÊN DIJMIN TÊK BIRIN`

Ji fermandarên QSD`ê Heqî Kobanê axivî û hemû şehîdên pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn û got: “Bi saya şehîdan û berxwedana gelên herêmê me komployên dijminan têk birin.”

Heqî soza şopandina rêya şehîdên pêngava Gurzê Gelan da, ku heta serkeftin li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were, ew têbikoşin.

Piştî bidawîbûna axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan li goristanê veşartin.

Navên şehîdan wiha ne: Izedîn Mihemed (Azad Qamişlo), Mihemed El-Hesen, Xebat Ehmed (Gur Çolî), Ciwan Hemê (Zinar Qamişlo),  Mihemed Ehmed (Mîtan Qamişlo), Ehmed Xelef, Şivan Hisên (Şivan Qamişlo), Seed Namo (Şiyar Qamişlo), Fehid Yusif (Dilşêr Qamişlo), Edhem Îbrahîm (Xeyrî Qamişlo), Omer Mihemed, Elawî El-Xelîl, Menal Yusif (Sozdar Cûdî) ku li Eyaleta Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê şehîd bûye.

(şx)

ANHA