​​​​​​​Luqman Ehmê: Dewleta Tirk tola binkeftina DAIŞ'ê hiltîne

Luqman Ehmê têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker got, dewleta Tirk tola binkeftina çeteyên DAIŞ'ê ya li Hesekê hiltîne. Ehmê bang li gel kir ku li hemberî dewleta Tirk û DAIŞ'ê li gorî şerê gelê şoreşgerî tevbigerin.

​​​​​​​Luqman Ehmê: Dewleta Tirk tola binkeftina DAIŞ'ê hiltîne
1 sibat, 2022   21:28
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên êrişî Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û gundê Tel Beqil ê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. De heman demê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk  li ser kantonên Şehba, Kobanê û navçeyên kantona Efrînê digerin.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê derbarê van êrişan de ji ANHA'yê re axivî û got, dewleta Tirk a dagirker tola binkeftina DAIŞ a li Hesekê hiltîne û wiha domand: "Her kes dizane ku dewleta Tirk a dagirker li kuderê be tola binkeftina DAIŞ'ê hiltîne.

Luqman Ehmê destnîşan kir ku êdî siyasetên dewleta Tirk naskirî ne û divê civata navneteweyî jî baş bizane ku dewleta Tirk naxwaze çeteyên DAIŞ’ê têk biçin û wiha domand: "Dewleta Tirk êrişî her kesê DAIŞ’ê têk biriye dike. Şêniyên herêmê yên niha tên hedefgirtin, DAIŞ’ê têk bir û firehbûna DAIŞ’ê rawestand. Dewleta Tirk jî tolê ji gelê ku DAIŞ’ê têk biriye hiltîne û ji têkçûna DAIŞ’ê ya dawî bi hêrs e."

‛DEWLETA TIRK BAŞ DIZANE KU BERXWEDANA ŞÊNIYÊN HERÊMÊ LI PÊŞ PLANÊN WÊ ASTENGIYEK E’

Ehmê bal kişand ser planên dewleta Tirk ên vejandina xewna împratoriya osmanî ya bi rêya çeteyên DAIŞ’ê û wiha pê de çû: "Bi taybet li herêmên me, ji ber dewleta Tirk baş dizane ku berxwedana şêniyên herêmê li pêş planên DAIŞ-Osmanî astengiyek e."

Têkildarî armanca serek ji êrişên dewleta Tir ku hewl dide DAIŞ’ê vejîne Ehmê ev tişt anî ziman: "Divê gelê me baş bizane ku têkçûna DAIŞ’ê têkçûna dewleta Tirk e û dewleta Tirk jî destgirêdahî nasekine, ji lew re divê gelê me li dora hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî bicivin, li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin mûna cara duyemîn ku DAIŞ’ê têk birine."

Ehmê daxuyand ku divê raya giştî ya cîhanê li hember êrişên dewleta Tirk serî hilde, ji ber dewlet di vê mijarê de têkildarî berjewendiyên navneteweyî paşguh in û bê deng in û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê tevahî gel ji vir û pê ve xwe bispêrin şerê gel ê şoreşgerî ku têkoşîna xwe bilind bike."

(fr)

ANHA