Balafirên şer ên Tirkiyê gundekî Dêrikê bombebaran kir- HATE NÛKIRIN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker nêzî gundê Teqil Beqil ê Dêrikê bombebaran kir.

Balafirên şer ên Tirkiyê gundekî Dêrikê bombebaran kir- HATE NÛKIRIN
1 sibat, 2022   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çakaniyên ji herêmê, balafirên şer ên dagirkeriya Tirk vê êvarê cihekê nêzî gundê Teqil Beqil ê Dêrikê bombebaran kir. Hate diyarkiririn ku stasyona kehrebeyê  ya gundê hate rûxandin.

Her wiha hemwextî vê bombebaranê, balafirên dewleta Tirk a dagirker Wargeha Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê û çiyayên Şengalê bombebaran kirin.

Tişta balkêş ewe ku êrîşên dewleta tirk ên li hember Dêrik, Şengal û Mexmur piştî têkçûna êrişa DAİŞ ya li hember zindana Sinaa ya Hesekê pêk hat.

(fr)

ANHA