Şêniyên Helebê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir

Bi diruşma "Bi rihê berxwedana yekitiyan gelan em ê komploya li ser rêber Apo bi dawî bikin" HPC-Jin meşek li dar xist û tê de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan  şermezar kir û banga azadiya rêber Ocalan a fîzîkî kir.

Şêniyên Helebê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir
Şêniyên Helebê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir
1 sibat, 2022   15:27
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Bi boneya nêzbûna salvegera 23’yemîn a komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan Hêzên Parastina Civakê-Jin meşeke şermezarkirinê li dar xist.

Di meşê de bi hezaran şênî, HPC, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên partiyên siyasî û sivîl amade bûn.

Şêniyan wêneyên rêber Ocalan û pankartên "Bi rihê yekitiya gelan em ê komploya li dijî rêber Apo bi dawî bikin", "Dem dema azadiya rêber Apo ye" û "Ji tecrîd, înkar û îxanetê re êdî bes e dem dema azadî û têkbirina komploya 15’ê Sibatê ye" hildan.

Meş ji pêş hola civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dest pê kir û li tevahî kolanên taxê gerî.

Şênî li kolaneke beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê sekinîn, deqeyeke rêz girtin û dûvre endama HPC-Jin Ofe Qasim da zanîn ku komplo derbasî sala 23’yemîn bû.

Ofe Qasim îşaret bi hewldanên dijmin û hevkarên wan ji girtina rêber Apo re kir û wiha got: "Dijmin û hevkarên wî xwestin bi vê komployê tevgera azadiyê di şexsê rêbertî de têk bibin û bi hemû rêbazan hewl didin vê yekê bikin. Plan û lîstokan li dijî gelê Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê li dar xistin ku projeya neteweya demokratîk derbe bikin."

Ofe Qasim bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya dawî ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê û wiha domand: "Ev yek parçeyek ji komployên bi destê van rejîmên qirêj pêk tên. Lê bi saya berxwedana hêz û gel ev komplo û êriş hatin têkbirin."

Ofe Qasim behsa redkirina gelên herêmê ji komploya li dijî rêbertî re kir û wiha pê de çû: "Em yekcar komploya navneteweyî û tecrîda li dijî rêber Apo qebûl nakin. Li kêlek wê jî em berxwedana rêbertî ya dîrokî li hember sîstema modernîteya kapîtalîst silav dikin."

Li ser rêbazên dewleta Tirk ji dagirkirina herêman re kir û wiha xuya kir: "Dewleta Tirk her tim di êrişên xwe de nirx û çandên civakan çi bi êrişên leşkerî yan jî şerê taybet hedef digire da ku siyaseta xwe li ser gelên herêmê ferz bike.

Ofe Qasim bêdengiya civata navnetweeyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û da zanîn ku ev bêdengî îsbat dike ku ew piştevaniya dewleta Tirk a faşîst dikin.

Ofe Qasim ev tişt anî ziman: "Em bawer in ku em ê bi rêya şerê gel ê şoreşgerî tevahî lîstok û komployên dewleta Tirk û hevkarên wê yên li dijî rêber Apo û gelên herêmê têk bibin."

Ofe Qasim li ser navê HPC-Jin tecrîd û komploya li dijî rêber neteweya demokratîk, rêber Apo şermezar kir û bang li tevahî kesayetên demokratîk û rêxistinên navneteweyî kir ku li hember vê komployê bisekinin.

(fr)

ANHA