​​​​​​​`Em nikarin buyerên li Şengalê û Bakur Rojhilatê Sûriyê ji hev cuda bikin`

Siyasetmedar û welatiyan diyar kirin ku bûyerên li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewimin bi hev ve girêdayî ne û armanca wan tunekirina Rêveberiya Xweser e.

​​​​​​​`Em nikarin buyerên li Şengalê û Bakur Rojhilatê Sûriyê ji hev cuda bikin`
29 ÇILE, 2022   06:32
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Artêşa Iraqê di van demên dawî de hêzên xwe li Şengalê zêde kiriye û gef li Asayîşa li Êzidxanê ya li navçeya Sinûnê xwar ku cihên xwe vala bike.

16'ê Çileyê jî di navbera navçeyên Sinûnê û Xanesorê de tankera avê ya artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî, di encamê de 2 xwendekaran jiyana xwe ji dest da. Di dîmenên ku belav bûne de, leşkerekî artêşa Iraq kêfxweşiya xwe bi qetilkirina xwendekaran nîşan dide.

Ji dema rizgarkirina Şengalê ve, PDK û artêşa Iraqê gelek caran hewl dane Şengal bixin bin kontrola xwe.

Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de êrişî Şengalê kir, hêzên PDK'ê û artêşa Iraqê reviyan û êzidî bi fermanê re rû bi rû hişt. Di encama êrişan de nêzî 5 hezar êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jin hatin revandin û heta niha çarenûsa gelekan ne diyar e.

Di 9'ê Cotmeha 2020'an  roja salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, hikumeta navendî ya Bexdayê bi armanca kontrolkirina Şengalê bi PDK' re peymanek îmze kir.

Civata êzidî vê peymanê red dike, ji ber ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve nehatiye pejirandin. Êzidî dibêjin baweriya wan bi kesên ku ew di destê DAIŞ'ê de hiştine, nayê.

Tevî Bexda û Hewlêrê, dewleta Tirk a dagirker gelek caran bi balafirên bêmirov êrişî Şengalê dike.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Cîhan Hacî ya ji navçeya Dirbêsiyê nerazîbûna xwe nîşanî destwerdanên hikumeta Iraqê û rayedarên Başurê Kurdistanê li Şengalê da û got: "Dema çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengal kir artêşa Iraqê û hêzên PDK'ê vekişiyan. Piştî vê yekê xelkê Şengalê parastina xwe kirin. Niha bi çi mafî daxwazin bikevin !"

' HER DU HIKUMET DIXWAZIN PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER TÊK BIBIN '

Têkildarî armancên her du hikumetan Cîhan Hacî got: "Her du hikumet dixwazin projeya Rêveberiya Xweser a Şengalê ku gihaştiye qonaxên herî pêş, têk bibin da ku serweriya xwe li Şengalê vegerîne û li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin."

Cîhan Hacî diyar kir ku xelkê Şengalê ji bo bigihêjin azadiya xwe û herêmên xwe bi rêve bibin, bi xwîna şehîdên xwe axa Şengalê av dan.  Her wiha bang li xelkê Şengalê kir ku destek û baweriyê bidin hêz û rêveberiya xwe û teslîmî artêşa Iraqê û hêzên PDK'ê nebin.           

Ji pêkhateya Êzidî Îsmaîl Delf diyar kir ku bûyerên vê dawiyê yên li Şengalê ne nû ne û got: "Ev demeke dirêje hewl didin bikevin Şengalê da ku tevliheviyê derxin û aramî û rêxistina wê têk bibin û Şengal bibe meydana şer. Ev yek eşkere bû dema artêşa Iraqê bi armanca valakirina Şengal ji şêniyên wê gef li hêzên leşkerî yên li Şengalê xwar ku hin nuqteyên leşkerî li navçeya Sinûnê radest bikin."                

Delf da zanîn ku bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê Şengalê, êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên artêşa Iraqê yên li ser hêzên Şengalê, bi hev ve girêdayî ne.           

Îsmaîl Delf bang li şêniyên Şengalê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin, piştgiriya hêzên leşkerî û saziyên sivîl bikin û rê nedin hêzên dijmin ku derbasî Şengalê bibin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê navçeya Dirbêsiyê Mihemed Xelef diyar kir ku hikumeta Iraqê û rayedarên Beşûrê Kurdistanê projeya Rêveberiya Xweser a Şengalê wekî metirsiyeke dibîne ku rola rejîmên dewletên serdest lawaz dike.

Xelef da zanîn ku êrişên li ser projeya Rêveberiya Xweser ne tenê li Şengalê ne, di heman demê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dikin hedef û wiha dom kir: "Hemû welatên ku li dijî projeya Rêveberiya Xweser şer dikin, çi li Şengalê be û çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be di serî de xizmeta dewleta Tirk a dagirker dikin."

Xelef destnîşan kir ku hedefgirtina Rêveberiya Xweser, bi bombebarana balafirên bêmirov ên Tirkiyê li ser şêniyên Şengalê, girtina deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, êrişên li ser herêmên Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê û gefên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê û gefên PDK'ê li ser çiyayên Kurdistanê, bi awayekî eşkere nîşan da.         

' HEMÛ ÊRIŞÊN LI SER HER DU HERÊMAN BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE '

Xelef da zanîn ku tişta ku li Şengalê tê kirin mîna ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got:"Hemû êrişên li ser her du herêman bi hev ve girêdayî ne û rasterast têkoşîn û berxwedana gelên van herêman dike hedef."

Xelef da zanîn ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan e û got: "Ji ber ku prensîbên Rêveberiya Xweser li ser bingeha raman û felsefeya rêbertî ye, hewl dide vê felsefeyê tune bike."

(dx)

ANHA