Ramî Ebdurehman: Tirkiyê sedema sereke ya vejandina terorê li Sûriyê ye

Mûdîrê SOHR'ê Ramî Ebdurehman diyar kir ku civata navneteweyî naxwaze dosyaya DAIŞ'yên girtî were çareserkirin û got: "Dewleta Tirk sedema sereke ya vejandina terora navneteweyî li Sûriyê ye."

Ramî Ebdurehman: Tirkiyê sedema sereke ya vejandina terorê li Sûriyê ye
29 ÇILE, 2022   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

20'yê Çileyê çeteyên DAIŞ' êrişê girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê kirin ku bi hezaran DAIŞ'yên girtî lê hene, da ku çeteyên xwe birevînin. Hêzên Sûriya Demokratîk  (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn planên wan têk birin. Hemwextî van êrişan, dewleta Tirk a dagirker êrişî gundewarên Eyn Îsa û Til Temirê kir. Têkildarî êrişên li ser girtîgehê û  bersivandina wan, hikumeta Şamê îdia kir ku QSD'ê sivîlan qetil dike û yên di girtîgehê de zarok û kesên bi temen in.

Mûdîrê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman duh mêvanê bernameya taybet a ajansa me bû, ev mijar nirxandin.

Ramî Ebdurehman diyar kir ku êrişên şaneyên DAIŞ'ê di bingeh de xizmeta Tirkiyê dike û wiha domand: "Her wiha xizmeta Rûsya û Îranê dike, da ku bêjin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ewle ne û Hêzên Sûriya Demokratîk nikare herêmê kontrol bike û van gotinan ji bo dagirkirina herêmê bikin hincet. Ev mijar ji her kesî re eşkere ye."

Ramî Ebdurehman, îdiayên Tirkiyê ku herêmê ne ewle ye, lê Bexdadî û cîgirê wê li herêmên di bin dagirkeriya wê de hatin dîtin, pirsî.

'TIRKIYÊ SEDEMA SEREKE YA GEŞBÛNA TERORA NAVNETEWEYÎ LI SÛRIYÊ YE'

Ebdurehman diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî mezin di nava refên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê " ya girêdayî Tirkiyê de hene û kesên tundraw bi rêya Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne. Her wiha got, Tirkiyê sedema geşbûna terora navdewletî li ser xaka Sûriyê ne.

Mûdîrê SOHR'ê têkildarî êrişên li ser girtîgha Sînaayê da zanîn ku zexta li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî giran e, dewlet naxwazên girtiyên xwe bibin û got: "Ji ber vê yekê dive civata navneteweyî bizanibe ku bombeyek heye divê dosyaya wê were çareserkirin, divê bi vê bifikirin ku heger çalakiyên reva girtiyan bi ser bikeve wê çawa be."

'DI ŞERÊ LI DIJÎ TERORÊ  12 HEZAR ŞEHÎD HATIN DAYÎN'

Ramî Ebdurehman got, kesên ku bi DAIŞ'ê re beşdar bûn, divê ji aliyê QSD'ê ve werin muhasebekirin, şerê gendeliyan were kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî terorê de 12 hezar şehîd hatin dayîn.

'BEHSA ZAROK Û SIVÎLAN DIKIN, LÊ DI GIRTÎGEHÊN XWE DE WAN QETIL DIKIN'

Têkildarî daxuyaniyên hikumeta Şamê ku QSD'ê bi kuştina sivîl û zarokan di girtîgeha Sînaa de û koçberkirina şêniyên taxa Xiwêran sûcdar dike, Ebdurehman wiha got: "Tiştekî pêkenok e ku rejîma Sûriyê behsa zarokan bike. Bi balafirên wê zarok tên qetilkirin, di girtîgehên wê de bi hezaran winda hene, kesin ku ji ber îşkenceyê hatin qetilikrin hene."

Ramî Ebdurehman got: "Şêniyên Xiwêran di bersivandina êrişên çeteyên DAIŞ'ê de beşdar bûn, nabe ku ev dosya di gotinên wiha rizyayî were bikaranîn."

Ebdurehman her wiha îşaret bi hin rewşenbîrên alîgirên opozisyona Tirkiyê kir ku digotin, 'Bûyerên ku li Xiwêran rû dane, planeke QSD'ê ye da ku sûdê ji desteka navneteweyî bigire' û wiha domand: "Gelo ma tiştekî aqilane ye ku QSD'ê di rêya planeke wiha de şervanên xwe bide. Çima dema ku mijar girêdayî QSD'ê be guman hene, lê tu kes behsa bûyerên li herêmên dagirkirî û Efrînê nake. Em dikarin bêjin ku herêmên herî ewle li Sûriyê herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ye."

'ÇIMA JI 2019'AN VE BEHSA EŞBAL EL-XÎLAFA NAKIN?'

Bi êrişên li ser girtîgeha Sînaayê re, hin rêxistinên ku îdiaya hiqûqê dikin gotin, divê zarok ji şerê li girtîgehê werin dûrxistin û ji bo parastina wan veguhêzin navendên ewle.

Li ser vê  mijarê mûdîrê SOHR'ê got: "Ji 2019'an ve, dema ku Eşbal El-Xîlafa ji bo girtîgeha Xiwêran hatin veguhestin, ev rêxistin li kuderê bûn? çima wê demê dengê xwe nekir û niha dikin? Helbet em jî dibêjin ku divê ji bo navendên din werin veguhestin da ku ji aliyê endamên DAIŞ'ê ve neyên bikaranîn."

Ramî Ebdurehman bal kişand ser daxuyaniyên Koalîsyona Navneteweyî û Brîtanyayê yên derbarê şerê li girtîgeha Sînaayê de û got, pêwîstiya mijarê bi spaskirina QSD û şermezarkirina vê bûyerê nine, lê pêwîstî bi destekdayîneke rasteqîn a leşkerî, teknîkî û diravî heye û got: "Nabe ku bûyerê şermezar bike, lê di demekê de ku Tirkiyê şervanên ku şerê terorê dikin, mijûl dike."

Mûdîrê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdurehman di dawiya axaftina xwe de got:"Divê civaka navneteweyî ji ''Bombeya li ber teqînê" helwesteke diyar nîşan bide, divê çareserî jê re hebe. Lê çareseriyê naxwazin. Divê girtî vegerin welatên xwe û li wir werin darizandin, nabe li Sûriyê bimînin."

ANHA