Nivîsgeha Têkiliyên Giştî du malbat li hev anîn

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê du malbatên li hev anîn ku ji beriya meh û nîvekê nakokî di navbera wan de derketibû.

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî du malbat li hev anîn
Nivîsgeha Têkiliyên Giştî du malbat li hev anîn
Nivîsgeha Têkiliyên Giştî du malbat li hev anîn
28 ÇILE, 2022   15:25
QAMIŞLO

Nakokiya di navbera malbata Qertemînî û Celî de ji beriya meh û nîvekê de ye, sedema wê jî şer di navbera ciwanên her du malbatan de derket, yek ji malbata Celî hate kuştin û yek ji malbata Qertemînî jî birîndar bû.

Merasîma lihevanînê li Hola Nûbela ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Têkiliyên Gitşî ya QSD`ê, Kongreya Îslama Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, PYD`ê, TEV-DEM, û şêxên eşîrên Ereb û Kurdan beşdarî merasîmê bûn.

/ar/uploads/files/2022/01/28/140749_dwran-alhashmy.webp

Bi navê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewekariya Hundirîn Dewran El-Haşimî axivî, bixêrhatina beşdaran kir û got: "Di demekê de ku gelê me ji bo pêkanîna projeya xwe ya jiyaneke bi rûmet û serferazî, hezkirin û aştî dixebite, em dibînin ku hêzên şer û tarî ji bo têkbirina hewldanên me, jihevxistina me û reşkirina projeya me li hev dikin."

El-Haşimî ev li gotina xwe zêde kir: "Bêyî hevgirtin, yekitî û derbaskirina hemû nakokiyan, ne mumkin e ku em bigihêjin armanc, mafên xwe yên rewa û parastina destkeftiyên xwe bikin."

El-Haşimî spasiya her du malbatan kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de vê gavê li gelê xwe pîroz dikin û wekî serkeftinekê di qada felsefeya biratiya gelan û jiyana hevbeş de û serkeftinek di qada exlaqê de dinirxînin. Di heman demê de em lihevhatina civakî wekî efsaneyeke qehremane bi nav dikin ji ber ku girîngiya wê ne kêmî girîngiya serkeftin û lehengiya ciwanên me yên li eniyên şer e."

/ar/uploads/files/2022/01/28/140738_hkm-khlw.webp

Endamê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo jî axivî û got: "Vê civînê hemû pêkhateyên civakê û mezheban anîn gel hev, wekî pêşeroja Sûriyê bi giştî ye, ji lewma em vê civînê li tevahiya gelên herêmê pîroz dikin û hêvî dikin ku di hemû boneyan de bibe mînak da ku civakeke biewle û îstiqrar were misogerkirin."

ꞌBIRATIYA GELAN HEMÛ PLANÊN LI DIJÎ HERÊMÊ TÊK BIRINꞌ

/ar/uploads/files/2022/01/28/140805_tlat-ywns.webp

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yunis axivî û got: "Di demekê de ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyan ve rastî êrişan tê û bi kiryarên bi armanca têkbirina projeya wê ya demokratîk re rû bi rû ye, ev civîn serkeftineke rasteqîn a gelê herêmê ye."

Yunis diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtin û yekitiya xwe, gelek planên li dijî herêmê têk birin û wiha axivî: "Hişmendiya hezkirin û biratiya gelan a di navbera me de wekî bersiva hemû astengî û êrişên li ser herêmê ye. Li kêleka Rêveberiya Xweser rola komîteyên lihevhatinê û şêxên eşîrên Ereb û kurdan jî di belavkirina aştiyê, fikireya biratiya gelan a li herêmê de hebû."

Yunis da zanîn ku Rêveberiya Xweser dê bi armanca garantiya ewlehî û aramiya herêmê, kar û xebatê berdewam bike û parastina gelê xwe ji êrişên derve û hundirîn bike, hemû hewcedariyan dabîn bike û bi yekitî û biratiya gelan, tevahiya planên li dijî herêmê têk bibe.

/ar/uploads/files/2022/01/28/140821_fhd-dqwry.webp

Di dawiyê de şêx Fehed Deqorî belgeya lihevanînê xwend û tê de ev hate destnîşankirin: "Piştî çend hevdîtinên di navbera kesên erkdar û aliyên bi nakok de. Her du malbatan li ser van xalan li hev kirin, wefata kesê ji malbata Celî emrê xwedê ye ev jî li gorî wesyeta ciwanê wefat kiriye ji malbata xwe re ye. Birîndarkirina kesên ji malbata Qertemînî jî wekî bertekê were dîtin."

(eh)

ANHA