Eşîrên Kurd û Ereb banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir

Şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên navçeya Sirînê bi daxuyaniyê piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan dan û diyar kirin ku armanc ji êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Hesekê pêkanîna ajnîdeyên dewleta Tirk e.

Eşîrên Kurd û Ereb banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
28 ÇILE, 2022   14:46
KOBANÊ

Şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên navçeya Sirîn ya Kobanê hatin ba hev û têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Êrişên li ser Hesekê destpêka hewldaneke ji bo jinûve vegerandina mirin û wêrankirina gelê me ye, her wiha ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk e ku bi navê ola îslamê baziraniyê dike da ku bira bi destê bira bên kuştin."

Her wiha hate gotin: "Vê êrişê tayên komployê li dijî me diyar kir ku ji aliyê îstîxbaratên herêm û navneteweyî ve hatibû plankirin. Her wiha asta kîna wan a li hemberî tecrûbeya demokratîk diyar dike. Ev tecrûbe berhema fedekariyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan û tevahî pêkhateyan e. Dîrok şahidê hevgirtina gelê me ya li hemberî mêtîgeriya berê ye. Niha jî şahidê hevgirtina gelê me li hemberî terora tarî û alîgirên wê ye. Bi vê hevgirtinê  plana li ser Hesekê hate têkbirin."

Şêx û rûspiyan piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan dan û got: "QSD'ê ji bo tevahî pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêviya aştî û aramiyê ye."

Di berdewama daxuyaniyê de hêzên terorîst ên li dijî hevgirtin û projeya demokratîk û biratiya gelan bi tundî hate şermezarkirin û bang li gelê herêmê kir ku bi QSD'ê re bin.

Her wiha bang li hêzên navneteweyî hate kirin  ku terorîstên xwe vegerînin welatên xwe û wan darizînin, an ku dadgeheke navnetewey li ser xaka rêveberiya xweser ava bike û wan darizînin.

Şêx û rûspiyan banga hesabxwestinê ji rejîma Tirk kir  ku "alîgirê sereke yê terorê û serkêşê fitne, qetilkirin û wêrankirina bajarê me ye û zextê lê bike da ku ji hermên me yên ku dagir kirine vekişe."

Şêx û rûspiyan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike û bi garantiya bidawîkirina şer li Sûriyê bi nav kir.

ANHA