Siyamend Welat: Plana li ser girtîgeha Sînaa vejandina ‘dewleta xîlafetê’ bû

Fermandarê giştî yê Hêzên Ewekariya Hundirîn Siyamend Welat got destê hikumeta Şamê û rejîma Tirk di êrişa li dijî girtîgeha Sînaa de heye ku 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê tê de girtî bûn.

Siyamend Welat: Plana li ser girtîgeha Sînaa vejandina ‘dewleta xîlafetê’ bû
27 ÇILE, 2022   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke çapemeniyê 26`ê Çileyê ragihand ku wan plana DAIŞ`ê û alîgirên wê di êrişa li ser girtîgeha Sînaa de têk biriye. Girtîgeh bi temamî kontrol kirin û hemleya lêgerînê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.

Piştî şerê di navbera QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên DAIŞ`ê yên êrişkar de, QSD`ê girtîgeha Xiwêran bi temamî kontrol kir, her wiha 550 çeteyên ji girtîgehê reviyabûn, girtin û derdora 200 çete hatin kuştin.

Şer li derdora girtîgeha Sînaa û di hundirê girtîgehê de bi girtiyên DAIŞ`ê re ku taxên Xiwêran, Zihûr û derdora çemê Xabûr kontrol kirin, 7 rojan dewam kir.

Fermandarê giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamed Welat têkildarî mijarê got: "Piştî 7 rojan ji şerê li hundirê girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran ê bi çeteyên DAIŞ`ê re ku çekên pasevanan desteser kirin, girtîgeha Sînaa bi temamî hate kontrolkirin. Hin çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk ji herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, hatibûn herêmê û hin jî ji herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, hatibûn."

Siyamend Welat da zanîn ku destê hikumeta Şamê û dewleta Tirk di plana hedefgirtina girtîgeha Sînaa de heye, armanc ji vê êrişê jî zindîkirina DAIŞ’ê ye.

Welat wiha axivî: "Planên hikumeta Şamê û rejîma Tirk têk çûn, QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berxwedaneke mezin nîşan da û yekser rewş kontrol kir."

Welat bal kişand ser propaganda û şerê taybet ên ku dezgehên çapemeniyê yên bi ser hikumeta Şamê, dewleta Tirk û oposîzyona Sûriyê dan meşandin û wiha got: "Îdia kirin ku em çeteyan dikujin, lê her kes niha dibîne ku em çawa nêzî çeteyan dibin."

Têkildarî çarenûsa girtiyên DAIŞ`ê yên xwe radestî QSD`ê kirin, Siyamend Welat got niha ji girtîgeha berê bo girtîgeheke nû tên veguhestin lê cih diyar nekir.

(eh)

ANHA