​​​​​​​Pêvajoya derxistina koçberan ji kampa Holê didome

Di çarçoveya bicihanîna biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku di 10’ê Cotmeha 2020’an de hat ragihandin, pêvjoya derxistina koçberên ku li kampa Holê dimînin didome.      

​​​​​​​Pêvajoya derxistina koçberan ji kampa Holê didome
​​​​​​​Pêvajoya derxistina koçberan ji kampa Holê didome
​​​​​​​Pêvajoya derxistina koçberan ji kampa Holê didome
​​​​​​​Pêvajoya derxistina koçberan ji kampa Holê didome
16 ÇILE, 2022   14:11
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Hêzên Ewlekariyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê malbatên Dêrazorê ji kampa Holê derxist.

Di çarçoveya bicihanîna biryara Rêveberiya Xweser di 10’ê Cotmeha 2020’an de li gorî civîna ku bi Meclisa Sûriya Demokratîk, Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Hundirîn re di 5'ê cotmeha 2020'an de hatiye lidarxistin, koçber ji kampê têne derdikevin.

Nûçegihanê me ji kampa Holê diyar kir ku 217 kes ku ji 53 malbat pêk tê û ji gundewarên rojhilat û bakurê bajarê Dêrezorê ne, ji kempê derketin.      

Her wiha destnîşan kir ku piştî ku saziyên ewlehî û rêveberiyê li kampê bi kordîneya bi Mecilsa Dêrazorê ya Sivîl re nasnameyên wan kesan lêkolîn kirin, ew ji derketin.         

Li gorî daneyên herî dawî yên rêveberiya kampa Holê, li kampê 57 hezar û 460 kes ji nav 15 hezar û 603 malbatên Iraqî, Sûrî, jin û zarokên çeteyên DAIŞ ên biyanî ne, hejmara wan digihêje 8 hezar û 555 kesan ji 2 hezar û 529 malbatan ku ji 54 neteweyên cuda ne pêk tê.

(dx)

ANHA