Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin

Li gorî rapora salane ya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, bûdceya razemeniyê ya herêma Cizîrê ya sala 2021'an de gihaşt 5 milyon û 638 hezar dolarê amerîkî, bûdçeya giştî ya heman salê 94 milyar û 587 milyon û 150 hezar lîreyên sûrî bû. Meclisa Rêveber ev bûdce ji bo projeyên xizmetguzariyê yên wekî şaredarî, tenduristî, perwerde, aborî û çandinî û kar û bar û malbatên şehîdan û saziyên din xerç kir.

Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin
Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin
Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin
Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin
Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin
Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin
Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin
Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin
Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin
Têkildarî xebatên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civînek hate lidarxistin
13 ÇILE, 2022   18:41
HESEKÊ

Di civîneke berfireh de ku îro li navenda Meclisa Kantona Hesekê hate lidarxistin, rapora sala 2021'an a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê hate eşkerekirin.

Ev civîn li ser banga Meclisa Kantona Hesekê hate lidarxistin da ku karên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê yên li kantonên Qamişlo û Hesekê yên sala 2021'an werin nirxandin û plansaziya îsal were eşkerekirin. Endamên meclisên rêveber, meclisên navçe û komînan, berpirsên Rêveberiya Xweser, kesayetên serbixwe û girseyeke mezin a welatiyan tev li civînê bûn.

Civîn ji aliyê Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah, cîgirê hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawirdorê ya Herêma Cizîrê Xesan El-Abid, cîgira Hevserokatiya Desteya Aborî û Çandinî ya Herêma Cizîrê Leyman Hisên û Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ve hate birêvebirin.

Leyman Hisên rapora xebatên sala borî ya deste, rêveber û meclisan xwend.

Li gorî raporê, bûdceya razemeniyê ya herêma Cizîrê ya sala 2021'an de gihaşt 5 milyon û 638 hezar dolarên amerîkî ku li qadên xizmetguzariyê yên wekî şaredarî, tenduristî, perwerde, aborî û çandinî û kar û bar û malbatên şehîdan û saziyên din hate belavkirin.

Bûdçeyên van qadan wiha ne:

Bûdceya Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê ya sala 2021'î, gihaşt 2 milyon û 284 hezar dolarên amerîkî ku li şaredariyên navçeye û bajarokên herêma Cizîrê hate belavkirin.  Bi vê bûdceyê projeyên aktîv û stratejîk hatin pêkanîn. Ji wan projeyan,  dabînkirina avê ji bo bajarê Hesekê, projeya kanalîzasyonê li taxa Hilko ya Qamişlo, qîrkirina rêya Dirbêsiyê û M4, çandina daran li jîngehparêza Mizgeft, projeya stasyona çopê li Qamişlo, Dêrik û Amûdê û gelek projeyên sererastkirina xetên avê û kanalîzasyonê, qîrkirina rêyan û hwd..

Di raporê de hate diyarkirin ku bûdçeya Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê ya sala borî gihaşt 704 hezar dolarên amerîkî. Projeyên ku hatine pêkaîne wiha ne; vekirina Navenda Jiyan a Covid -19 ku têra 100 nexweşî dike û dabînkirina pêwîstiyên wê ji hemû alavan, sererstkirina nexweşxaneyên gel ên Hesekê û Dirbêsiyê, vekirina Navenda Diyalîzê (Şûştina Gurçikan) li Qamişlo, sererastkirina 8 navendên tenduristiyê li kantona Hesekê, vekirina Nexweşxaneya Şedadê, sererastkirina nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê, vekirina navendên tenduristiyê li navçeyên Mexrûm û Til Ehmedî, vekirina navenda dermankirina çavan û çêkirina yekemîn emeliyeta dil li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Têkildarî qada perwerde jî, bûdçeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê gihaşt 1 milyon û 34 hezar dolarên amerîkî ku li gel dabînkirina pêwîstiyên dibistanan ji bo gelek projeyên din hate xerçkirin. Ji wan projeyan; vekirina 15 dibistanên pêşesaziyê, vekirina peymangehên amadekirina mamosteyan li Hesekê û Qamişlo, sererastkirina 39 dibistanan bi temamî û 51 dibistanên din bi beşî, avakirina 3 dibistaên li gundewarên başûrê kantona Hesekê û vekirina dibistaneke navîn li kampa Waşûkanî.

Li gorî raporê, bûdceya sala 2021'an a Desteya Aborî û Çandinî ya Herêma Cizîrê gihaşt 814 hezar dolarên amerîkî. Projeyên ku pêk anîne wiha ne; zêdetirî 10 firine hatin vekirin, aştek hate avakirin ku rojane 200 ton ard derdixîne, kargeha mast û penêr hate vekirin, kargeha teksîlê li Hesekê hate vekirin, hêkvekirina çêçikan li Hesekê hate vekirin, projeyên baxçeyên sergirtin hatin avakirin û pêşangehên pêşesaziyê li Hesekê û Qamişlo hatin vekirin.

Di sala 2021'î de, hejmara karmendan di saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê de gihaşt 41 hezar û 95. Gelek navend û mûdîriyet hatin vekirin.

Di beşê duyemîn ê civînê de nêrînên beşdaran û rexneyên wan derbarê kar de derketin pêş. Ji mijarên ku hatin rexnekirin, mekanîzmeya belavkirina nan, nebaşbûna kalîteya wê û kêmbûna wê, heman tişt ji bo madeyên sotemeniyê hatin rexnekirin, her wiha rexne ji ber pirsgirêkên xetên kanalîzasyonê û nebaşbûna rêyan hebûn. Beşdaran xwestin ku têkildarî gendelî û xerçkirina pereyan çavdêr û muhasebekirin were aktîvkirin.

Bûdçeya 2022'an a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê 17 milyon û 920 hezar dolarên amerîkî ye.

ANHA