​​​​​​​Rojnameyên Ereb: Li herêmên hikumeta Şamê hêviya gel bidestxistina nan e

​​​​​​​Rojnameyên Erebî behsa rewşa aborî ya Sûriye û Lubnanê û vekirina dosyayên tevgera El-Nehda li Tûnisê kir.

​​​​​​​Rojnameyên Ereb: Li herêmên hikumeta Şamê hêviya gel bidestxistina nan e
12 ÇILE, 2022   09:42
NAVENDA NÛÇEYTAN

ŞÊNİYÊN Lİ HERÊMA HİKUMETA ŞAMÊ NİKARİN NAN Bİ DEST BİXİN

Rojanameya Şerq El-Ewsat li ser rojeva Sûriyê wiha nivîsî: "Pirsgirêka bidestxistina nan ji firneyan ne tenê bi xirecir û xerabaliqê ve girêdayî ye, lê pir caran dibe sedema deketina pirsgirêk, lêdan jiserhişê xwe çûyîn û hwd.

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Serfkaran a Sûriyê berî çend rojan mekanîzmaya belavkirina nan li parêzgeha Derayê li gorî bernameya dabeşkirinê bi rêya "karta" ku her kesek ji malbatekê 3 nan bistîne, çêkir. Lê pirsgirêk hîna dewam dike û tiştek nehatiye çareserkirin.

Li Şamê, niştecihekî taxên derdora bajêr ji rojnameya Şerq El-Ewsat re axivî û şêwazên bidestxistina nan ji malbata xwe re wiha bi nav kir: "Şerekî dijwar e. Şerê li eniyan ji wê pir hêsantir e". Ev şerê rojane bi piraniya niştecihên xizan re ji serê sibehê dest pê dike û heta berêvarê dewma dike."   

EŞKEREKIRINA DOSYAYÊN TEVGERA El-NEHDA

Rojanemya El-Ereb têkildarî rewşa Tûsinê wiha nivîsî: "Serokê Tûnisê Qeys Seîd pabendbûna xwe bi eşkerekirina dosyayên kesên ku di malê de hatine girtin nîşan da û got bi rêya wan dosyayan xwestin wî bikişînin ber bi mijarên din ve.

Kesayetên ji Tûnisê diyar kir ku Qeys Seîd di axafina xwe de gotiye ku agahiya wî ji hebûna dosyayên cidî û giran ên têkildarî hinek fermandarên Tevgera El-Nehda li cem Wezareta Karên Hundirîn heye. Ji ber vê yekê bi awayekî vekirî tevî hemû daneyên di destê wî de ji gel re eşkere dike û erkê ji dezgehên dadgeriyê re dihêle.

Qeys Seîd got: "Belgeyên ku di destê rêveberî û rayedarên ewlehiyê yên Tûnisê de ne, destê wan kesan di gelek sûcan, sextekariya pasaportan, dersînorkirin û dayîna pasaportan ji bo kesên ku navên wan di lîsteyên terorê de ne, îspat dikin."

NIRXÊ DOLAR HER DIÇE BILIND DIBE

Rojnameya El-Beyan li ser rojeva Lubnanê wiha nivîsî: "Lîreyê Lubnanê ji destpêka salê ve zêdetirî 15% ji nirxê xwe wenda kiriye, ev yek zextê li ser welatiyên Lubnanê zêde dike. Xwepêşandêr li hin herêmên Lubnanê daketin kolanan û hêrsa xwe ji rewşa aborî ya xirab re nîşan dan.

Erebe li ber stasyonên benzînê di rêzê de sekinîne. Ebdurehman El-Şear ku dikaneke kompîturê li navenda Beyrûtê bi rê ve dibe got: "Êdî hêviya me nema ye, gel ji birçîna re dimire. Nirxê dolar her diçe bilind dibe, em nizanin ber bi ku ve biçin."

(dx)