​​​​​​​Birayên girtiyan: Doza me dê bi berxwedana girtiyan bi ser keve

Birayên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de, bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hember zextên rejîma Tirk ên li dijî girtiyan şermezar kir û got: " Rejîma Tirk wê li hember berxwedana girtiyan têk biçe û bi têkoşîna girtiyan wê doza me bi ser keve.

​​​​​​​Birayên girtiyan: Doza me dê bi berxwedana girtiyan bi ser keve
9 ÇILE, 2022   06:43
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker zext, îşkenceya fîzîkî û derûnî li ser girtiyên siyasî didomîne, nahêle girtiyên nexweş werin dermankirin. Herî dawî girtiyê bi navê Reşîd Îlhan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, da xuyakirin ku gardiyanan hewl daye wî bixeniqînîn. Her wiha qebûl nekir ku girtiyê nexweşê giran Ozal Korkmaz ê bi awayekî qismî felc bûye were berdan.

Desthilata Tirk di sala 1994`an de Hisên Misto bi tawana ku tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye û banga mafên xwe dike, girt. Li gor agahiyan, Hisên Misto di girtîgeha Îzmîrê de ye û îşkence lê tê kirin.

Birayê Hisên Misto yê girtî, Mihemed Misto siyaseta dewleta Tirk ên li dijî girtiyan şermezar kirin û got: "Girtiyan banga mafên xwe yên rewa kirin û xwestin jiyaneke bi rûmet bijîn, wê demê çima dewleta Tirk wan digire?"

Mihemed Misto destnîşan kir ku tevahî cîhan sûcên dewleta Tirk ên  li dijî girtiyan dibîne û ev pirs kir: "Gelo çima rêxistinên mafên mirovan li hember zilm û îşkencekirina li girtiyan erkên xwe bi cih naynin."

ꞌDOZA ME DÊ BI SER BIKEVEꞌ

Mihemed Misto anî ziman ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin û wê destekê bidin girtiyan heta ku azad bibin û armancên wan pêk werin. Misto got: "Em hêza xwe ji şehîd û girtiyan digirin. Em ê  li ser şopa wan bimeşin û dê doza me bi ser keve."

'MAFÊN TIRKIYÊ  TUNE YE KU SÛCAN PÊK BÎNEꞌ

Şukirî Ebdo yê ji gundê Mamala 1994`an tevî hevalên xwe li Batmanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin û di mehekê de her cure îşkence lê hat kirin.

Birayê Sukirî, Mihemed Ebdo sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî şermezar kirin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Her tim dewleta Tirk li dijî me sûcan pêk tîne, divê dev ji van kiryarên hovane berde."

Mihemed Ebdo bal kişand ser zextên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan û got: "Xema yekane ya dewleta Tirk ew e ku Kurdan qir bike û hebûna wan ji holê rake."

ꞌRÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN BI ERKA XWE RANABINꞌ

Mihemed Ebdo bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan bîne û wiha got: "Em êrişî tu kesî nakin. Divê rêxistinên mafên mirovan erka xwe bi cih bînin û li dijî siyaseta Tirkiyê bisekinin."

Mihemed Ebdo da zanîn ku dewleta Tirk nikare bi van sûcên li dijî girtiyan, wan dûrî doza wan a azadiyê bike û got: "Em bi girtiyan re ne û şopdarên xeta rêbertiya xwe ne."

(eh)

ANHA