Şêniyên Tebqayê bikaranîna deriyên sînor wek rêbazeke provokatîvê red kir

Şêniyên Tebqayê nerazîbûnên xwe li hember girtina deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîn ziman û bikaranîna deriyên sînor li dijî Rêveberiya Xweser red kirin.

Şêniyên Tebqayê bikaranîna deriyên sînor wek rêbazeke provokatîvê red kir
9 ÇILE, 2022   07:53
TEBQA

Gelek alî û ajande deriyên sînor wek wesîleyeke zextê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tînin. Girtina deriyê Til Koçer piştî vetoya Rûsya û Çînê di Tîrmeha sal borî de, ya herî xirab e ku di encamê de derdora 5 milyon kes ji alîkariyên mirovî û kelûpelan bê par man.

Her wiha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) deriyên Pêşxabûr û El-Welîd girtin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Başûrê Kurdistanê ve girê dide.

Di vî warî de ajansa me nêrînên welatiyên Tebqayê girtin. Welatiyê bi navê Mihemed El-Xemîsî destnîşan kir ku girtina deriyên sînor bandor li jiyana wan kir.

Mihemed El-Ehmed jî got: "Biryara navneteweyî û vetoya Rûsyayê ku di encamê de deriyê Til Koçer hatin girtin, biryarek ne di cih de ye û tenê bandor li gelê herêmê kir ku derdora 5 milyon in."

Mihemed El-Ehmed wiha domand: "Hikumeta Şamê dem demê şêniyên herêmê tengav dike, nahêle derman û madeyên bingehîn û sebze derbasî herêmê bibin. Ji ber wê bihabûn li herêmê çêdibe ku êdî welatî nema dikarin wê tehemul bikin."

Xelîl Mihemed El-Ewad jî bikaranîna deriyên sînor wek rêbazeke provokatîv red kir û got: "Tu hicet tune ye ku deriyên sînor bên girtin û gel were birçîkirin."

(şx)

ANHA