Hejmara şehîdên êrişa li ser Kobanî gihaşt 6`an

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mesûd Îbrahîm ku di di êrîşa hewayî ya SÎHA yên dewleta Tirk a dagirker li ser Kobanê de beriya çend rojan birîndar bûbû, şehîd bû.

Hejmara şehîdên êrişa li ser Kobanî gihaşt 6`an
2 ÇILE, 2022   09:28
KOBANÊ

Balefireke bê miorv û bi çek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker di 25`ê Kanûnê de li Kobanê maleke sivîlan kir hedef. Di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bibûn û 4 endamên din jî birîndar bûn.

Endamê tevgerê Mesûd Îbrahîm ku di êrişê de birîndar bûbû li nexweşxaneyeke Minbicê dihat dermankirin. Ruxmî hemû hewldanan jî Mesûd Îbrahîm duh bi şev şehîd bû. Bi vê yekê hejmara şehîdan gihaşt 6`an.

Şehîd Mesûd Îbrahîm li gundê Ziravkê li başûrê Kobanê sala 1992`iyan ji dayîk bûye.

Navên şehîdên êrişa hewayî ya dewleta Tirk wiha ne: Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rocîn Ehmed Îsa, Murhef Xelîl Îbrahîm, Welîd Mihemed Menla HIsên û Mesûd Îbrahîm.

Tê payîn ku cenazeyê şehîd Mesûd Îbrahîm sibe li Goristana Şehîd Dîcle li Kobanê were veşartin.

(şx)

ANHA