Meclisa Rêveber a Cizîrê komkujiya li dijî Zirganê şermezar kir

Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê komkujiya ku dagirkeriya Tirk li Zirganê pêk aniye şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û hêzên garantor; Rûsya û Amerîka kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û helwestekê li dijî dagirkeriya Tirk nîşan bidin.

Meclisa Rêveber a Cizîrê komkujiya li dijî Zirganê şermezar kir
30 kanûn, 2021   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî komkujiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Zirganê pêk aniye û di encamê de 3 jin û zarokek şehîd bûn û gelek welatî birîndar bûn, Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê daxuyaniyeke da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Armanca şerê qirkirinê û komkujiyên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî gelê me yê ewle pêk tîne, derbekirina ewlehî û aramiya herêmê û dagirkirina wê ye. Îroj artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyeke din li dijî welatiyên navçeya Zirgan û gundewarên wê pêk anî. Dagirkeriyê malên welatiyan bi topan dan ber xwe, di encamê de 3 welatî şehîd bûn, ji wan zarokek du salî û du jin, her wiha 4 welatî jî birîndar bûn. Heta mizgefta mezin a li Zirganê jî hate topbarankirin û wêrankirin.

Şerê qirkirinê yê ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê me di van rojên pîroz de, rojên cejna sersalê pêk tîne, gel jî hêvî dike ku sala nû ji cîhanê û Sûriyê re saleke biewle û îstiqrar be, Erdoganê terorîst li pêş çavên civaka navneteweyî û garantorên rûsî û amerîkî komkujiyan pêk tîne.

Em Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê komkujiya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê pêk hat şermezar dikin, her wiha bang li civata navneteweyî û hêza garantor Rûsya û Amerîka dikin ku dev ji bêdengiya xwe berdin û li hemberî dagirkeriya Tirk helwestekê nîşan bidin.  

Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku şahiyên pîrozkirina sersalê veguherînin lidarxistina lavayan û serdana goristanan bikin. Ev hemû kiryar û komkujî dê israra me ya li ser berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeriyê û terorê zêdetir bilind bikin.

(fr-eh)

ANHA