Ne netewedewlet ne jî modela aboriyê ya xwe dispêre wê êdî nayê domandin

 Ne netewedewlet ne jî modela aboriyê ya xwe dispêre wê êdî nayê domandin
26 kanûn, 2021   01:01

AHMET BÎRSÎN

Desthilata AKP-MHP'ê li gel têkçûneke mezin a siyasî, leşkerî û dîplomatîk dikeve sala nû.  Lê ev ne tenê têkçûna siyasî, leşkerî û dîplomatîk e ku dibe sedema krîza aborî ku ji ber polîtîkayên şer civakê tengezar dike. Erdogan bi xwe ev yek di hevdîtina li gel akademîsyen û aborînasan a li Dolmabahçeyê de eşkere kir.

Erdogan got "Me di Gulana 2013'an de faîz daxist 4,5'an. Enflasyon wê demê 6,51 bû." Sedema kêmbûna enflasyon û rêjeya faîzê ku Erdogan ji bîr kiriye, ne merîfeta wî ya aborî bû, lê ji ber wê baweriyê bû ku sala 2013'an bi muzakereyên li gel rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê ji bo mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, çêbûbû.

ÇÎROKA TÊKBIRINA ABORIYÊ BI POLÎTÎKAYÊN ŞER

Dîsa wekî ku Erdogan îdia dike, sedema xirabûna aboriyê ne bûyerên Geziyê ne, lê polîtîkayên şer in ku li hundir û derveyî welêt da destpêkirin, bi “Plana Têkbirnê” ya sala 2014'an di MGK'yê de bi darbeya 1'ê Mijdara 2015'an li dijî Kurdan hate hazirkirin. Di encamê deroj bi roj daneyên aborî xirab bûn.

Ev yek ji ber ku di sala 2013'an de dema pêvajoya çareseriyê dest pê kir, budçeya Wezareta Parastinê li gorî sala borî kêm bû. Di sala 2014'an de jî bi qasî 1,4 milyar lîreyê Tirk zêde bû û di sala 2015'an de bi 949 milyon lîre zêde bû. Bi bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re budçeya Wezareta Parastinê di sala 2016'an de bû 3,6 milyar lîre û ev hejmar her sal bi zêdetir bûn. Li gorî daneyên NATO'yê yên sala 2021'an, Tirkiye di nava 40 welatên xwedî lêçûnên herî zêde yên parastinê de, di rêza 16’an de cih girt. Ji bo sala 2022’yan jî budçeya ji parastin û ewlehiyê re hatiye veqetandin, ji sedî 30 zêde bû û gihaşt 181 milyar lîreyî. Dema ku lêçûnên din, fonên pîşesaziya parastinê, razemeniyên ji bo parastinê, budçeyên veşartî jî lê zêde dibin, ev hejmar digihîjin du-sê qatên gelek wezaretên din.

Ji bilî şerê li dijî gelê Kurd, çeteyên ku li Sûriye, Lîbya û Iraqê xwedî dike, hemû lêçûnên aboriyê yên ji bo şerê Yewnanistan, Ermenistan-Azerbaycanê û şerê li dijî muxalefeta demokratîk a li hundir, ev tev dibin bacên li ser gelê kedkar ê Tirkiyê û ji ber aborî bi şerê desthilata Erdogan di 7'ê Hezîranê de hat pêşxistin, gihaştiye nuqteyeke jêneveger. Xeyalên nû yên Erdogan ên Osmaniya Nû re û çavkaniyên ku ji dagirkerî û şer re veqetandine, aborî xitimandine. Erdogan ne tenê bi aboriya xwe ya şer aborî xera kir, di heman demê de tenduristiya civak û xwezaya Tirkiyê jî kir qurbaniya jiyan û siberoja xwe.

TU DESHILATAN DEWLETEK EV QAS NEŞELANDIYE

Sedema duyemîn a xirabûna aboriyê jî bê guman modela aborî ye ku li gorî qezencê ji aliyê Erdogan ve hatiye pêşxistin. Di modela aborî ya netewedewletê de, her tim aliyek kêfxweş bûye lê belê bi giştî bûye sedema xizaniyeke mezin. Dema mirov li hikumetên berê dinêre, her tim derdoreke bextewar li dora hêzê kom bûye. Bê guman tu hikumetekê bi qasî AKP-MHP'ê çavkaniyên Tirkiyê pêşkêşî sermayeya navneteweyî û hevkarên AKP'ê nekirine. Wezîran û heta burokratan di tu serdemekê de wekî ya desthilata AKP-MHP'ê 3-5 meaş negirtine. Fonên ji bo perwerde, tenduristî û polîtîkayên civakî ew qasî kêm nebûne. Ji ber vê yekê, di vê qonaxê de modela aboriyê ya xwe dispêre netewedewletê û ne jî netewedewlet êdî ne mayînde ne.

HÎLE AŞKERA BÛ: DOLAR DAKET LÊ ZEM DEWAM DIKIN

Aşkera ye ku ev aboriya bêserûber, nikare pêşî li zêdebûna nirxê dolar bigire. Dema ku pêvajoya muzakereyê li Îmraliyê dest pê kir anku sala 2013'an, dolar bi 1,9 lîre bû, 2021'an dolar gihaşt 17.5 lîreyî. Herî dawî Erdogan di şevekê de dolar daxist 12 hezar lire û medyaya wî hewl da Erdogan wek mûcîze û sêrbazekî nîşan bidin. Lê belê hîleya wî di demeke kurt de aşkera bû. Dolar daket, lê belê zeman dewam kir. Tê dîtin ku di sala 2022'yan de jî dê dewam bikin. Li aliyê din, sedema daketina nirxê dolar ne zîrektiya Erdogan e, lê lîstikeke wî ya din e ku dê rê li ber talaneke din veke.

ÇAV BERDANE ÇEND PANOTÊN GEL

Sedema bingehîn a daketina nirxê lîreyê Tirk li pêşberî dolar ew e ku Banka Navendî 5 caran mudaxele kir, lê dolar her carê bêhtir zêde bû. Di encamê de civata bazirganiyê ya li derdora Erdogan û di nav de Banka Navendî û hin welat û karsazên ku bi hevkariya Erdogan tev digerin, bi buhayên zêde dolar firotin û vê yekê hişt ku lîreyê Tirk li bermberî dolar hinekî bilind bibe. Lê heta ku derê? AKP’ê dît ku ev yek têrê nake, çav berda çend panotên gel jî. Ji bo vê yekê pergala “mewdûata bi mîsogeriya li hember dovîz” anîn. Bi vê yekê xwestin pêbawerî çêbe û gel çend dolarên di destê xwe de jî bike lîre û bi vî awayî nirxê lîreyê Tirk zêde bikin û ji bo desthilata xwe pêbaweriyê çêkin.

Lê belê, mîna ku gelek aborînasan jî xuya kir, lêçûna vê pergalê ser xezîneya Tirkiyê kirin bar anku ev bar dan ser milê xizanan, ne yê dewlemendan. Ev pergala nû ne ji bo xizanan, lê ji bo dewlemendan e. Bankan jî ev yek dît û dolarên xwe kirin lîre. Lê hêjayî gotinê ye ku ev dê têrê neke. Civaka Tirkiyê êdî naxwaze barê AKP-MHP'ê ku heta niha fatûreya şer li kedkaran bar kiriye, bide ser milê xwe. Bi qasî îstîqrara aborî, di îstîqrara siyasî jî nemaye. Pirsgirêkeke girîng a fînansê heye. Sermayeya biyanî ya li Tirkiyê demeke dirêj e direve. Her kes dizane ku sermayeya derve ji bo xwe li stargeheke ewle digere, lê di bin sîwana AKP-MHP'ê de ev bawerî xera bûye. Hikumeteke ku di polîtîkayên netewedewlet û şer de israr dike, kîjan modela aboriyê bi xwe re tîne bila bîne, potansiyeleke xwe ya çareserkirina krîza heyî nîn e. Ji ber ku ew çavkaniya pirsgirêkê ne û her tim di nava krîzê de ne.