Li Helebê sînevizyonek têkildarî berxwedana destanî ya gerîla hat pêşendan

Li Helebê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê sînevizyonek têkildarî berxwedana destanî ya gerîlayan li hember êrişên qirker ên dewleta Tirk a dagirker pêşenda.

Li Helebê sînevizyonek têkildarî berxwedana destanî ya gerîla hat pêşendan
Li Helebê sînevizyonek têkildarî berxwedana destanî ya gerîla hat pêşendan
Li Helebê sînevizyonek têkildarî berxwedana destanî ya gerîla hat pêşendan
Li Helebê sînevizyonek têkildarî berxwedana destanî ya gerîla hat pêşendan
23 kanûn, 2021   13:55
HELEB

Sînevizyon li hola civînan li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat pêşendan. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û tevgerên ciwanan ên Helebê di çalakiyê de beşdar bûn.

Di sînevizyonê de berxwedana destanî ya ku gerîla li hember êrişên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan didin, hat pêşendan.

Di dawiya sînevizyonê de beşdaran berxwedana gerîla silav kir.

Tê destnîşankirin ku dewleta Tirk ji 23`yê Nîsanê ve bi armanca qirkirinê êrişan pêk tîne. Di wan êrişan de di 6 mehan de 323 caran çekên kîmyawî bi kar anîn.

Di encama berxwedana destanî ya gerîla de, artêşa Tirk a dagirker neçar ma ji gelek nuqteyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişe. Li aliyekî din berxwedana wan a dîrokî berdewam e.

(şx)