Ferhad Şamî: Êrişên tank û topan veguherîn êrişên bejahî

Ferhad Şamî destnîşan kir ku bingeha êrişên li ser Til Temirê bi civînên Astanayê û dorpêçkirina Rojava hatibû amadekirin û got “Bi qasî ku zelal dibe bazarek li ser herêmê çêbûye.” 

Ferhad Şamî: Êrişên tank û topan veguherîn êrişên bejahî
22 kanûn, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Erişen dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku duh êvarê li ser Til Temir û Zirganê dest pê kiribûn, îro jî dewam dikin. Çeteya hewl da gundê Um El Kêf ku 6 km dûrî navçeya Til Temirê ye, dagir bikin. Lê heya niha li gorî berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî diyar kir, tu pêşketina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê çênebûye.

Di encama êrişan de 4 welatî şehîd bûn û 3 jê zarok, 7 kes jî birîndar bûn.

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de QSD’ê daxuyaniyek da û da zanîn ku di çarçoveya xweparastinê de bersiva êrişan didin. Di encama bersivdayîna êrişan de li gundê Um El Kêf 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Ferhad Şamî der barê êrişên dewleta Tirk û rewşa dawîn a li xeta Til Temirê de ji ANHA’yê re axivî.

Ferhad Şamî bal kişand ser êrişan ku di demên dawîn de zêde bûne û diyar kir ku hêzên wan jî di çarçoveya xweparastinê de bersivê didin. Têkildarî gundên ku herî zêde rastî êrişan tên, Ferhad Şamî ev agahî dan: “Heya niha zêdetirî 200 obûs û guleyên tankan li gundên Esediyê, Rebîat ên bi ser Dirbêsiyê û Serêkaniyê ve ketin. Dijmin xwest pêşde were, lê rastî berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî hatin. Hewldanên wan têk çûn, lê di encama topbarana dijmin de 4 welatî şehîd ketin. Rêka Serêkaniyê û Til Temirê û gundên Dildara, Um El Kêf, Til Cûma, Til Kerepet, Til Şinan rastî êrişan hatin. Ew êrişên tank û topan piştre veguherîn êrişên bejahî.”

Tekildarî êrişa ku vê sibehê li ser gundê Um El Kêf pêk hatiye jî Ferhad Şamî got heya niha nêzî 300 topên obusê avetine herêmê. Şamî der barê şer  êrişan de ev agahî dan: “Şervanên me hemû êriş şikandin. Şer li derdora gundê Um El Kêf berdewam dike, lê heya niha hewldanên dagirkirina gund bi ser neketine.”

`BAZAREK LI SER HERÊMÊ HEYE`

Şamî bal kişand ser civîna nû ya Astanayê û êrişan û wiha axivî: “Dewleta Tirk nûçeyên derew belav kirin. Rojava hatibû dorpêçkirin. Bi civîna Astanayê û van tiştên ku me behs kir, bingeha van êrişan hat amadekirin. Bi qasî ku zelal dibe, bazarek li ser herêmê hatiye kirin. Bi taybetî hin hêzên navdewletî ku bi dewleta Tirk re tev digerin, ragihandibû ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha qebûl nakin, dê hewldanên xwe zêde bikin. Hem bi rêya êrişên dewleta Tirk hem jî bi rêya provokasyona li dijî herêmên me, xebatên wan hene. Xebatên mîna sîxurî, çêkirina şaneyan bi taybetî ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk ve, hene.”

‘HÊZÊN GARANTOR TU GAV NEAVÊTINE’

Ferhad Şamî der barê tevgera hêzên li xeta Til Temir û Zirgan de jî got: “Rûs dibêjin em li dijî van êrişan in lê li ser erdê tu hewldanên wan û hêzên garantor tune ne. Tu gav neavêtine. Her wiha heya niha hikumeta Şamê bersiva êrişan nedaye.”

ANHA