Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin

Li Hesekê kongreya yekemîn a damezrandina Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket û bi encamên girîng bi dawî kir.

18 kanûn, 2021   15:36
HESEKÊ

Îro kongreya yekemîn a damezrandina Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê bi dirûşmeya "Peymankarî huner e û bedewbûna avahî û sincî" li dar ket.

Kongre li hola Teyfûr bi beşdariya 100 delegeyên Yekitiya Peymankarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso û Zelal Cîgir, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl hate lidarxistin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso behsa astengiyên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûriyê tê re derbas dibin, kir. Hiso îşaret pê kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî artêşa Tirk li ber xwe didin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welîde Botî îşaret bi rola diyarker a jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Jin dikare di nav yekitiya peymankaran de jî rola xwe pêk bîne da ku xizmeta civaka xwe bike û avahîsaziyê pêş bixîne."

Hevserokê Desteya Şaredarî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb axivî û îşaret bi girîngiya lidarxistina kongreya yekemîn a Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, her wiha beha girîngiya karê hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl de kir, ji wan Yekitiya Peymankaran ku derfetên kar peyda dibe û bo piştgiriya aboriya herêmê projeyan vedike.

Di kongreyê de raporên yekitiyên bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin.

Piştî reşnivîsa rêziknameyê hate nîqaşkirin û beşdaran li ser avakirina yekitiyeke giştî ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi navê "Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" li hev kir, her wiha têkildarî yekitiyê rêziknameyek hate diyarkirin. Di rêziknameya yekitiyê de ev xal hatin nîşandan: "Armanca yekitiyê, erka endaman, şertên vekişandina endamtiyê, şertên tevlêbûna ji yekitiya peymankaran, şertên veguhestina peymankarî ji şaxekî ber bi şaxekî din û sazûmaniya rêxistinî ya yekitiyê."

Kongre bi hilbijartina hevserokên Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû. Zehre Hilo û Ebdulkerîm Kûsa ji bo serokatiya yekitiyê hatin hilbijartin.

(eh)

ANHA