Rûspiyan li Sêmalkayê bang li PDK'ê kir: Pişta xwe nede dijmin

Endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Cizîrê, Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî û rûspiyan serdana çalakvanên li Sêmalkayê kir û bang li PDK'ê kir ku dest ji piştgiriya dewleta Tirk berde û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Rûspiyan li Sêmalkayê bang li PDK'ê kir: Pişta xwe nede dijmin
6 kanûn, 2021   11:30
QAMIŞLO

Çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên bi destê hêzên PDK’ê hatine şehîdkirin, li dergeha Sêmalkayê di roja xwe ya 63’yan de didome.

Endamên meclisa navçeya Çilaxa duh çalakî dewr girtibû. Endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Cizîrê, Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî û rûspiyan îro serdana çalakvanên li Sêmalkayê kir.

Şande bi dirûşman hat pêşwazîkirin û bi çalakvanan re ber bi sînor ve meşiya. Li wê derê li ser navê girseyê endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen Sadûn û endamê Kongreya Civaka Demokratîk a Îslamî Şêx Elî Emîn bi erebî û kurdî daxuyanî dan.

'XEYALA ŞEHÎDAN AZADIYA ME YE'

Şêx Elî Emîn got: "Hêviya me ji birayên me yên Kurd heye. Em dixwazin cenazeyên keç û kurên me li malbatên wan bên vegerandin. Ew şehîdên aştî û azadiyê ne. Bi şev û roj şer kirin, ji bo ku em bi rehetî bijîn. Xeyala şehîdên me biratî û azadiya hemû gelan bû."

Şêx Elî Emîn bang li PDK'ê kir û wiha axivî: "Em hemû di heman keştiyê de ne. Mala me yek e û nanê me yek e. Em li hemberî tiştên ku îro li ser axa we pêk tên, bê xem nîn in û em ê bi dil û can li dijî êrişên li ser xaka xwe rabin. Heke em bi hev re bin, kes nikare me Kurdan têk bibe. Pişta xwe nede dewleta Tirk û Erdogan. Erdogan dijminek e û gotiye heke konekî Kurdan jî hebe dê xira bike. Şerê Erdogan ne tenê li dijî me ye, li dijî hemû Kurdan e."

'GUH BIDIN DENGÊ DAYIKAN'

Şêx Elî Emîn wiha pê de çû: "Em ji we re dibêjin bira. Cenazeyên me radestî me bikin, dengê dê û bavên ku dilê wan dişewite, bibihîzin. Em dixwazin şehîdên xwe li vê xaka pîroz bi rengekî hêjayî wan veşêrin."

Piştî daxuyaniyê şandeym serdana konê çalakiyê kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Sêmalkayê di 5'ê Cotmehê de ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê PDK'ê ve hatibûn şehîdkirin, çalaki dabû destpêkirin. Bêdengiya rayedarên PDK'ê ya li hember daxwaza çalakvanên didome.

ANHA