Rojnameyên erebî: Li Almanyayê efserekî sûrî ji ber sûcên dermirovî tê darizandin

Rojnameyên erebî yên îro behsa darizandina efserekî sûrî ku bi sûcên dermirovî tê tawanbarkirin, rewşa Iraqê û qebûlkirina namzetiya kurê Qedafî di hilbijartinên Lîbyayê de, kir.

Rojnameyên erebî: Li Almanyayê efserekî sûrî ji ber sûcên dermirovî tê darizandin
Rojnameyên erebî: Li Almanyayê efserekî sûrî ji ber sûcên dermirovî tê darizandin
Rojnameyên erebî: Li Almanyayê efserekî sûrî ji ber sûcên dermirovî tê darizandin
3 kanûn, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI ALMANYAYÊ EFSEREKÎ SÛRÎ JI BER SÛCÊN DERMIROVÎ TÊ DARIZANDIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Li gorî Serdozgeriya Giştî ya Federal a Almanyayê roja pêncşemê yekemîn rûniştina dadgehê li ser asta cîhanê li dijî sûcên dewletên li Sûriyê, hate lidarxistin.

Serdozgeriya Giştî ya Federal a Almanyayê duh li pêşiya dadgeha herêmî ya bilind li bajarê Koblenz dest bi darizandinê kir. Dozgerê giştî Jasper Klinge got ji ber berpirsyariya dîrokî girîng e li Almanyayê ku tu sûcên dermirovî neyên qebûlkirin û wiha domand: "Qanûnên cîhanê derfetê dide ku kesên biyanî yên li welatên din sûcên şer kiribin, li vir werin darizandin.”

Dozgeriya giştî Enwer R. (58) ku li gorî qanûnên Almanyayê nikare nasnameya xwe bi giştî eşkere bike, tawanbar dike ku di salên 2011 û 2012`an de sûcên dermirovî pêk anîne. Di belgeya tawanê ya li dijî wî hatiye pêşkêşkirin de, tê gotin ku guman hene ew berpirsê îşkencekirina zêdetirî 4 hezar kesên di girtîgehên îstixbaratê yên li Şamê bû. Her wiha guman hene ku ji ber îşkenceyê wan kesan jiyana xwe ji dest dabe. Enwer R. di destpêka darizandinê de ev tawan red kirin.

Tê zanîn ku ev rûniştina dadgehê di Nîsana 2020`an de ji bo 2 kesan dest pê kiribû û di Sibatê de li kesê bi navê 'Iyad A.' (45) ku ji Sûriyê ye ji ber tawana alîkarîdayîna pêkanîna sûcên dermirovî, 4 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Piştî ku Enwer R. û Îyad A. reviyan Almanyayê, bi rêya qurbaniyên ku îşkence li wan hatibû kirin, hatin nasîn û li ser wê yekê di 2019`an de hatibûn girtin.”

‘LI MALA EL-AMIRÎ ‘SÎWANA ÎRANÊ’ ŞERT DANÎN PÊŞIYA SEDR’

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Çavkaniyekî siyasî yê iraqî diyar kir ku Muqteda El-Sedr şertê Îtar Tensîqî yê serokatiya komarê, serokatiya hikumetê û serokatiya parlamantoyê qebûl kiriye. Çavkanî diyar kir ku bi vê yekê, mîna ku Sedr xwe bi xwe kuştibe.

Çavkanî hişyarî da serokê şepêla Sedr ku qebûlkirina şertên El-Amirî tê wateya ku serkeftina xwe di hilbijartinan de, her wiha baweriya gelê Iraqê yê ku dixwaze hikmê milîsên Îranê bi dawî bibe, ji dest bide.

Li gorî çavkaniyan, di civînê de ku li mala Hadî El-Amirî bi tevlêbûna Muqteda El-Sedr û serokên Îtar Tensîqî û Nûrî El-Malikî hate lidarxistin, bal kişandine ser nenûkirina erkên serokkomar Berhem Salih, serokê hikumetê Mistefa Kazimî û serokê parlamentoyê Mihemed El-Helbûsî.”

‘SEYF EL-ÎSLAM EL-QEDAFÎ VEGERÎ PÊŞBIRKA HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ’

Têkildarî hilbijartinên Lîbyayê jî rojnameya El-Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: “Dadgeheke li başûrê Lîbyayê duh biryar da ku navê Seyf El-Îslam El-Qedafî dîsa bikeve lîsteya hilbijartinên serokatiya Lîbyayê. Dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê bi bîr xist ku dadgeha Sebha ya başûrê welêt, biryar da ku Seyf El-Îslam piştî çend rojan ji dûrxistinê, vegeriyaye pêşbirka hilbijartinên serokatiyê.”

(bx, şx)