QSD: Nûçeyên "700 DAIŞ'iyên girtî dê werin berdan" ne rast in

Navenda Ragihandina QSD'ê  nûçeyên "Niyeta QSD'ê heye dê 700 DAIŞ'iyên girtî berdin" derewandin.

QSD: Nûçeyên "700 DAIŞ'iyên girtî dê werin berdan" ne rast in
30 mijdar, 2021   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê derbarê nûçeyên hin medyayên herêmî  de ku dibêjin "Niyeta QSD'ê heye 700 DAIŞ'iyên girtî berdin'' agahdarnameyek weşand û got, lîsteyên navan ku hin saziyan weşandine, ne rast in.

QSD'ê got: "Dezgehên ragihandinê nûçeyên ne rast têkildarî niyeta Hêzên Sûriya Demoratîk a serbestberdana zêdetirî 700'ê çeteyên DAIŞ'î û kesên bi rêxistinên terorîst re didin û dîstînin yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav kirin. Wan dezgehan li gel nûçeyên derew lîsteya navan ku îdia dikin yên DAIŞ'iyên girtî ne belav kirin. Em teqez  dikin ku ew nûçe derew e û lîsteya navan jî ne rast in, tu aliyên fermî yên têkildar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştekî bi vî rengî nedaye.

Hêzên Sûriya Demokratîk careke din bang li civata navneteweyî dike ku dadgeheke navneteweyî taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina endamên DAIŞ'ê ava bike û ji bo qurbaniyan edaletê pêk bîne. Her wiha bang li hemû dewletên ku welatiyên wê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene hevkar bin û bi cidiyet nêzî vê dosyayê bibin. QSD'ê  girîngiya xeteriya vê dosyayê destnîşan dike ku bûye girîngtirîn dosyayên propagendayaya rêxistina DAIŞ'ê ya di biçekirina zêdetirî terorîstan û pêkanîna kiryarên terorîst de ku ewlehî û aştiya herêmî û cîhanî xeter e."

ANHA