Malbatên çeteyên Roj banga radestkirina cenazeyên şehîdan li PDK kir

​​​​​​​Malbatên çeteyên Roj ên ku tev li çalakiya Sêmalkayê bûne, bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin. Her wiha gotin ew qebûl nakin ku zarokên wan li rex dagirkeriya Tirk şer bikin.

Malbatên çeteyên Roj banga radestkirina cenazeyên şehîdan li PDK kir
25 mijdar, 2021   07:26
QAMIŞLO

Duh şandeyeke malbatên çeteyên Roj yên ku zarokên wan ketine xefka hevkariya bi dewleta Tirk re serdana çalakiya xwepêşandanê ya li dergehê Sêmlkayê kir. Ev çalakî ji 5`ê Cotmehê ve ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî û 3 şehîdên din ên di kemîna hêzên PDK`ê di 28`ê Tebaxa borî de li herêma Xelîfanê şehîd bûne, tê lidarxistin.

Li gel îsrara PDK’ê ya radestnekirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re, çalakiya konvedanê 52 roj li pey xwe hişt.

Welatiyê bi navê Zahir Şêxmûs ku birayekî wî di nava çeteyên Roj de ye, got: “Em tev li çalakiyê bûn û em bang li serokê PDK`ê Mesûd Barzanî û aliyên fermî yên herêma Kurdistanê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin. Ev ne tenê daxwaza me ye lê belê daxwaza her malbateke kurd a welatparêz e.”

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Murad ê ji navçeya Tirbespiyê ku birayekî wî jî di nava çeteyên Roj de ye, wiha axivî: “Em hatin vir ji bo bibêjin em naxwazin zarokên me li dijî birayê wan bidin şerkirin. Em naxwazin zarokên me li rex dewleta Tirk şerê gerîla bikin.”

Faris Silêman Selî jî yê ji Qamişlo wiha got: “Gelo çima PDK`ê cenazeyên şehîdan heta niha radestî malbatan nake? Em dizanin ku zarokên me yên tev li pêşmergeyên Roj bûne, li rex dagirkeriya Tirk didin şerkirin. Ev şaştiyeke mezin e. Divê ji vê şaştiyê vegerin û qebûl nekin ku li rex dagirkeriya Tirk şerê birayê xwe bikin.”

(şx)

ANHA