Li Dêrazorê sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Bi diruşmeya "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê red dikin" Komîteya Perwerdeyê ya herêma rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Li Dêrazorê sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
18 mijdar, 2021   15:03
DÊRAZOR

Daxuyanî bi amadebûna rûspiyên herêmê û nûnerên meclisên herêmî û mamosteyên xeta rojhilat ji aliyê mamoste û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Hisên El-Xarûf ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em wekî mamostayên herêma rojhilat êrişên domdar ên li ser axa Sûriyê şermezar dikin û bang li hemû cîhanê, rêxistinên navneteweyî û koalîsyona navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û sûcên li Serêkaniyê, Efrîn û Girê rawestînin û li gorî daxwazên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevbigerin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şerê dewleta Tirk bandorên neyinî dike ku di encamê de qada perwerdeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ziyan dît.

Di daxuyaniyê de piştgiriya ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re hate destnîşankirin û wiha hate domand: "Em bang li her kesî dikin ku li dijî êrişên ku aramiyê li herêmên me hedef digire, bisekinin. Em piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin. Her wiha piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin ku axa me rizgar kirine û bi peydakirina hemû xizmetên ji bo herêma Dêrezorê hewl dide aramiyê li herêmê pêk bîne."

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî hate kirin ku desteka xwe ji saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser re zêde bikin û hate gotin: "Ev sazî nûnerên yekane yên gelê herêmê ne ku wê ji zihniyeta desthilatdar û dîktator xilas kirin."

(dx)

ANHA