Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê komkujiya Hilêliyê şermezar kir 

Nûnertiya PYD’ê ya Silêmaniyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet êrişa li Qamişloyê şermezar kir û bang li welatan û rêxistinên navneteweyî kir li dijî êrişan bêdeng nemînin.

Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê komkujiya Hilêliyê şermezar kir 
12 mijdar, 2021   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  li Silêmaniyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê şermezar kir. Di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê endama PYD’ê Bêrîvan Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyamiyê de wiha tê gotin: “Di 9’ê Cotmehê de careke din dewleta Tirk a dagirker êrişeke nemirovane di dijî Qamişlo pêk anî û di encamê de 3 endamên malbatekê şehîd bûn. Di nava şehîdan de mêrek 83 salî yê bi navê Yusif Gulo û 2 neviyên wî hebûn. Malbatek xwedî xebat û têkoşîn bû. Ev komkujî bi serpereştiya Erdogan pêk tên. Ev ne cara yekeme dewleta Tirk da dagirker Rojavayê Kurdistanê hedef digire.”

Di berdewama daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet êrişa li Qamişloyê tê şermezarkirin û bang li welatan û rêxistinên navneteweyî tê kirin ku  li dijî êrişan bêdeng nemînin.